Qanûn û Hestên Ajalan!
Lê divê tu kontrola wê ajala ku di hundirê te de derketiye bikî. Ne şert e ku ew ajal bi pêwîstî dijî mirovahiyê be. Çiqas xweş e azadiya çivîk, zîrekiya rovî, bêgunehiya panda û zindîbûna piling li te hebe.
Mihemed Xoşnaw
Ji ber ku her tiştî du alî hene, aliyê tarî û aliyê ronahî, aliyê baş û aliyê xirab, aliyê reş û spî, hestên ajalî û mirovî… hwd.
Hin mirov hene her dem li aliyê ronahî dinêrin û welat, gel û malbata xwe ber bi geşbûnê ve dibin, û hin mirovên din jî hene li aliyê reş dinêrin, eger desthilatdar bin, welatê xwe û xwe wêran dikin, an jî zarok û malbatên xwe perçe perçe dikin.
Welatan jî du alî hene, aliyê dijminane û mirovî, aliyê qanûnî û bêserûberî, aliyê yek polîs û yek artêş û aliyê pirçekdarî ya partî û milîsî.
Her wiha hizra Sosyalîzma Marksîst Lenînî jî du alî hene, aliyekî wan ku daxwaza avakirina "Utopia" xewnê dikir ku tê de dadperwerî û wekhevî serdest be, ku bû malwêranî ji bo wan welatan ku ew pêk dianîn, û aliyekî din yê Sosyalîzma Marksîst Lenînî ya bazara azad di cureya Çîn û Viyetnam û heta Rûsyayê de jî ku bûye xweşbûn ji bo xelkê û pêşketin ji bo welatên wan.
Aliyên ronahî û geş tenê bi yekîtî û cîbicîkirina qanûnê û dadgeheke serbixwe û qedexekirina gendeliyê nayên dîtin. Qanûn wek welatê pêşketî ye. Qanûnek divê rêz jê re bê girtin ku tê de xelat û ceza hebin û li ser hemû ferdên civakê bê cîbicîkirin û mafên her kesî biparêze. Eger qanûn yekalî be û xwedî serwerî be, ev tê wateya ku jiyana her welatiyekî wateyek xwe heye.
Ev pêşgotina min ji bo wê ye ku gelo li cem me qanûn bi wekhevî û wekî xwe tê cîbicîkirin?! Piraniya welatiyên Herêma Kurdistanê, eger nebêjim em hemû bi desthilat û partiyan re jî, qanûnê binpê dikin, bêyî ku em pê hest bikin ku ev derzî di wijdan de tê kişandin!!
Hefteya borî di bîranîna jenosîda Êzdiyan de li Zanîngeha Kurdistanê Serokê Herêma Kurdistanê li ser bûyera nefretkirî ya Lalezar got: Bila qanûn rêya xwe ji bo wê pirsgirêkê bigre û dadgeh wê yekalî bike. Ez dizanim ew gotina wî bi hemû bawerî û dilê wî bû. Eger di destpêkê de ew hatibûya kirin û polîs ew erk pêk anîbûya û dadgeh serbixwe bûbûya, kar nedihat wê rewşa şermezariyê.
Lê divê em qebûl bikin ku em li Kurdistanê di nav dîmeneke hestiyariyê de ne ku divê em bi hişmendî û zîrekî tev bigerin ji bo berjewendiya giştî. Mebest ji dîmena hestiyariyê ew e ku hestiyariya ajalî yên mirov serdestî li ser hemû tevgerên wî bikin, ku em bûyera Lalezar û hemû bûyerên bi vî rengî dibînin, çi rojane biçûk be di navbera du kesan an du koman an jî zêdetir, ev nîşan dide ku hestiyariyê kontrola rêveberiya desthilat û partiyan û kom û rêxistinan kiriye.
Divê em wê jî bizanibin ku zîhniyeta hestiyariya rastiyê nabîne tenê di nav daxwaz û şehwetên xwe de. Wê nabîne tenê di nav çavên "bi min re yî an dijminê min î", "min razî dikî an min aciz dikî", "ez ji te hez dikim an nefretê li te dikim"… hwd.
Tişta ku serdestî li ser zîhniyeta hestiyariyê dike, şehweta heyecan û hêrsê ye, bê sînor hez dike û bêdawî hêrs dibe. Divê em vê rastiyê bizanibin ku di hundirê me hemûyan de ajalek derketiye ku carinan aram û nerm e û carinan jî hêrs û hov e.
(Aleksander Kluge) fîlozofê mezin ê Almanî yê hemdem gotineke xweş heye ku dibêje: "Eger em wê ajala di hundirê xwe de nas nekin, wê demê em xwe nas nakin." Tirs jî wekî nefesgirtin û xew û pêwîstiya xwarinê… hwd. beşek ji hestiyariyên pêwîst ên jiyanê ye.
Çima divê wisa be ku te bitirsîne şer bikî û êrîşî vî û wî bikî û li vir aqil li ku ye?! Gelo tirs jî hestiyariya ajalî nîne? Lê divê tu kontrola wê ajala ku di hundirê te de derketiye bikî. Ne şert e ku ew ajal bi pêwîstî dijî mirovahiyê be. Çiqas xweş e azadiya çivîk, zîrekiya rovî, bêgunehiya panda û zindîbûna piling li te hebe.
Tevî bûyerên nebaş ên ku dibin tehdîd li ser vê Kurdistanê û gelê wê, lê hêvî her dem amade ye, û ev pêwîstî bi zîrekî û hikmeta xwedî biryaran heye ku sînorekî ji bo wan rewşên xirab deyne û çav li wan siyasetên şaş bê gerandin ku me hemûyan ber bi hilweşînê ve dibe. Di hemû rewşan de, eger em wê ajala di hundirê xwe de nas nekin, wê demê em xwe nas nakin.