Ji Serdemên Tarî heta Roja me ya Îro: Ji Sokrates heta Beşikçi
Îro ger em hîn jî bi rûmet, serbilindî rawestiyabin, ev bi saya zincîra rastiyê ye ku ji Sokrates heta Beşikçi dirêj dibe, bi saya cangoriyên Qazî Muhammed, Seyyid Rıza, Şêx Seîd, Mela Mistefa, Leyla Qasim û gelek qehremanên din e.
Dema min pirtûka xwe ya “Sarı Hoca ile Devri Âlem” bi dawî kir, pêşniyareke ji derdora min hat ku pir bandorê li min kir. Hevalên min bi bîra min xistin ku bi salan e ez li ser Îsmaîl Beşikçi dixebitim, karên weqfê dimeşînim û ya herî girîng jî, min pirtûka bi navê “Sokratesê Serdema Me Îsmaîl Beşikçi” li ser wî nivîsîye. Gotin: “Ger tu van rêwîtiyên dirêj bi serdanek li cem Sokrates re bi tac bikî, çîroka te dê pir watedartir be.”
Ev pêşniyar bi rastî jî li cihê xwe de bû. Lewra dema ku min pirtûka “Sokratesê Serdema Me Îsmaîl Beşikçi” dinivîsî, min yek bi yek her deverên ku wî lê lêkolînên Kurdolojiyê kiribû, geriyabûm. Ji Kebanê heta Şemzînanê, ji Beytuşşebabê heta Geverê, li her cihê ku ez çûm, min bixwe cihên ku Beşikçi lêkolînên xwe lê kiribû dîtin û hewl da ku bi hest û asoya fikrî ya wî re nêzîktir bibim. Ji vê aliyê ve dema tê temaşekirin, berdewamiya têgihiştina Beşikçi, ku min ew wekî Sokratesê serdema me bi nav kiriye, dê şopandina şopa Sokrates li Atînayê bibûya.
Dema min Beşikçi ji aliyê helwêst û berxwedana wî ve ew dişiband Sokrates, min di heman demê de ew wekî berdewamiya ruhê Ehmedê Xanî, damezrînerê xwendingeha netewî ya Kurdî ya kevnar, jî didît. Ji ber vê yekê, çawa ku min serdana gora Ehmedê Xanî kir, ger min serdana cihê Sokrates nekiribûya, dê kêmasiyek hebûya.
Rêwîtiya Atînayê
Hem ji bo serdana malbata birayê xwe û hem jî ji bo ku ez bixwe Sokrates li cihê wî bibînim û serdana wî bikim, min di 25ê Tebaxa 2025an de ji Stenbolê bilêtek firokeyê ji bo Atînayê kirî. Ez nîvro gihîştim Atînayê. Birayê min Mustafa Gürbüz, ku sî sal in li Atînayê dijî, bi jina xwe Deniz û kurê xwe Aras re me hevdîtinê kir û pêşî me hestên xwe yên dûrketinê derxist; roja din me plana xwe çêkir û ber bi şikefta ku Sokrates lê hatibû girtin ve çûn.
Akropolîsa ku li dilê Atînayê de bilind dibe, hêza bajar - dewlet û mekanîzmaya biryardana wê nîşan dide, zindana ku li binya wê ye jî dawiya trajîk a fîlozofê mezin Sokrates tîne bîra mirov. Şikefta ku tenê pênc-şeş sed metre li jêr lûtkeya heybetî ya Akropolîsê ye, wekî sembola zincîrkirina ramanên azad bû. Dema destên min li dîwarên kevirî yên sar ên hucreyan ketin, xeyalkirina ku Sokrates rojên xwe yên dawî li vir derbas kiriye, xemgîniyeke mezin dida mirov.
Biryarên ku di dadgehên di bin siya Akropolîsê de hatine girtin, di demeke kurt de li vê zindanê dihatin cîbicîkirin, ev yek nakokiya kevnar a di navbera raman û desthilatdariyê de eşkere dikir. Ji bo min ev serdan, ne tenê îfadekirina hurmeta ji bo fîlozofekî bû, lê di heman demê de şahidiya berbiçav a girêdana berxwedana entelektûel a Îsmaîl Beşikçi ya serdema me bi kokên xwe yên dîrokî re bû.
Dema em ji binya Akropolîsê ber bi jor ve hilkişiyan û gihîştin girê ku zindana Sokrates lê bû, min ji bo demekê avahiyên modern ên dora wê jibîr kirin. Di hişê xwe de, min ew cihê ku dilê Bajar - Dewleta Atînayê lê lêdixist, navenda rêveberiya berê, vejîya. Min xeyal kir ku Sokrates çawa bi destên girêdayî anîn zindanê, ji wir anîna di dadgehê, û di rûniştinê de çawa asaleta xwe nîşan daye. Min fikirî ku tevî rondikên hevalên wî û daxwazên rizgarkirinê, wî çawa li hemberî mirinê qet dudilî nebû, û mirinê wek cejneke rastiyê hembêz kir. Di wê kêlîkê de, min hîs kir ku ez ne li ser şopên xwe, lê li ser şopên Sokrates ên ber bi zindanê ve dimeşim.
Di vê xeyalê de, hişê min ber bi Ameda sala 1971an ve çû. Min anî bîra xwe ku Îsmaîl Beşikçi çawa anîn dadgehên leşkerî. Mîna ku Sokrates çawa, di salona dadgehê de bê tirs rastiyê digot, tevî hemû tehdît û gef û şantajan, bêyî ku gavek paşde bavêje, îdeolojiya fermî û hişmendiya dagirkeriyê dadirizand, di ber çavên xwe de zindî kir. Min wekhevbûn û hevpariya kûr a di navbera helwêsta Beşikçi û helwêsta tije bi asaleta Sokrates de hîs kir.
Lê belê ev rêzefîlma di hişê min de li vir xilas nebû. Di heman atmosferê de, min fîgurek din a ku digotin ew bi navê gelê Kurd rabûye, li bîra xwe anî ku dema hate girtin, teslîmbûna xwe nîşanda û ragihand ku ew amade ye ji dewletê re xizmetê bike. Li aliyekî, rêya berxwedaniya Sokrates û Beşikçi, li aliyê din jî serê danîna bi şermîn; di hişê min de li kêleka hev rawestiyan.
Û paşê dîmenên din ên bîranînên dîrokî re derbas bûn: Qazî Muhammed dema diçû darvekirinê got: “du + du yek e, Kurdistan ne çar perçe ye, yek e” û rastiyê digot, lê lîderekî ku teslîmiyet û xiyanetê pejirandibû, Seyyid Rızayê ku wî wekî Cihûdî (Judendart) sûcdar kiribû, dema diçû darvekirinê li ber çavên cellatên kolonyal got: “Min li ber we çok daneyna, bila ev e jî derdê we be,” berxwedana Şêx Seîd ê ku li hemberî dagirkeran serî netewand… Di korîdorên bîrdanka min de, qêrîna qehremanî ya Leyla Qasim a ku di zindanên Seddam de rû bi rûyê bi mirinê re ma, deng veda.
Ev hemû dîmen, yek li dû yekê, wekî şerîta fîlmekî di ber çavên min re derbas bûn. Bi vî awayî, di bêdengiya keviran ên kevnar ên Atînayê de, rêwîtiya ramanê ku li zindana Sokrates dest pê kiribû, veguherî atlaseke bîranînên kolektîf ku ji Diyarbekirê heta Mahabadê, ji Dêrsimê heta Helebçeyê, ji Hewlêrê heta Bexdayê re dirêj dibû. Xala hevpar a wan hemûyan, rûmeta wan bû ku ji bo rastiyê li hember mirinê rabûn.
Di sala 399 berî Zayînê de, li ber deriyê zindana ku fîlozofê mezin Sokrates piştî ku ji hêla dadgeha Atînayê ve hatibû darizandin û bi cezayê mirinê hatibû mehkûmkirin, min destê xwe da hesinên derî ku hîn jî li wir in. Min destê xwe da dîwarên hucreyê; ev kevir dibe ku heman ew kevir bûn ku tiliyên wî lê ketibûn. Min destê xwe da axa ku Sokrates dema diçû û dihat zindanê, pê de diçû. Li wir, di bêdengiya cihê ku yek ji mezintirîn fîlozofên felsefeya exlaqê ji bo rastiyê ji mirinê netirsî, û bê dudilî jehra baldîranê vexwar, min li ber deriyê zindanê axaftinek kir û ew bi bîr anî.
Di vê bîranînê de min ne tenê Sokrates, lê di heman demê de Îsmaîl Beşikçi jî anî ziman ku bi heman rengî rastiyê parastibû. Di hişê xwe de, min ruhê Sokrates û ruhê Beşikçi li wir gihandin hev. Dema min bi hurmet û minetdarî Sokrates bi bîr anî, ez fikirîm: Ger Sokrates, Giordano Bruno, Miguel Servetus, Sebastion Castellio û zanyarên ku di parastina rastiyê de canê xwe gorî kirin nebûna; ger îro dengekî bilindê zana wekî Beşikçi nebûna, dinya dê berî niha veguherîbûya zibildanka ramanên koledariyê. Têgehên wekî dadmendî, wîjdan, exlaqê bilind dê di korîdorên tarî yên dîrokê de winda bibûna, û di serdemeke ku tê de pere wekî xwedê dihat pîroz kirin, dagirkirin û talan dihat pîroz kirin, mirovahî dê ji nirxên xwe yên manewî û exlaqî bi tevahî qut bibûya.
Ji ber vê yekê, ez Sokrates, Bruno, Servetus, ên ku di serdemên tarî de ronahiyek pêxistin; dengên berxwedana serdema modern ên wekî Sartre û Fanon; û îro jî Îsmaîl Beşikçi, ku hem ruhê Ehmedê Xanî hem jî ruhê Sokrates di xwe de hildigire, bi hurmet bi bîr tînim. Rêya ku wan vekiriye, dê bêguman ji hêla nifşên paşerojê ve were xwedîkirin û pêşve birin. Ji ber ku ger helwêst, nirx û cangoriyên van fîlozofên mezin, bîrmend û berxwedêran nebûna, mirovahî îro dê tenê ji zibildankeke bê ruh, bê exlaq, bê wîjdan pêk bihata.
Îro ger em hîn jî bi rûmet, serbilind rawestiyane, ev bi saya zincîra rastiyê ye ku ji Sokrates heta Beşikçi dirêj dibe, bi saya fedakariyên Qazî Muhammed, Seyyid Rıza, Şêx Seîd, Mela Mistefa, Leyla Qasim û gelek qehremanên din e. Ez wan bi vê munasebetê careke din bi hurmet bi bîr tînim. Mirovahî dê yên berxwedêr her dem di dil û ruhê xwe de bide jiyandin, û yên ku xiyanetê li miletê xwe kirine jî dê naletê li wan bikin.
Îbrahîm Gûrbûz
29.08.2025
Werger: Rodiyê Xwedêdayev