Serok Barzanî û Tom Barrack li ser rewşa Helebê axivîn

Serok Barzanî û Tom Barrack li ser rewşa Helebê axivîn

Jan 9, 2026 - 22:01
Serok Barzanî û Tom Barrack li ser rewşa Helebê axivîn
Serok Barzanî û Tom Barrack li ser rewşa Helebê axivîn

Naveroka Peywendiya Telefonî ya di navbera Serok Barzanî û Nûnerê Taybetî yê Serokê Amerîka yê ji bo Karûbarên Sûriyê

Êvara roja Îniyê, 09.01.2026an, di navbera Serok Mesûd Barzanî û birêz Tom Barrack, Nûnerê Taybetî yê Serok Trump ji bo Karûbarên Sûriyê û Balyozê Amerîka li Tirkiyeyê, peywendiyeke telefoniyê encam dan.

Di wê peywendiya telefoniyê de, li ser rewşa siyasî ya herêmê û Sûriyê, pêşketinên dawî û alozîyên li Sûriyê û bajarê Helebê, danustandina bîr û ramanan kirin. Di heman peywendiya telefoniyê de, her du alî tekez li ser wê yekê kirin ku pêwîst e hemû hewl bêne dayîn ji bo ku alozî û tengasî nemînin, rewş normal bibe û ji bo bidestxistina ewlehî, aramî û aştiyê jî gavên ciddî bêne avêtin.