Hewlêra Paytexta Kurdistanê Piştgiriya Kurdên Helebê Dike
Hewlêra Paytexta Kurdistanê Piştgiriya Kurdên Helebê Dike
Li bajarên Hewlêr û Ranyayê, kombûnên girseyî ji bo piştgiriya Kurdên taxên Kurdan ên Helebê hatin lidarxistin, xwepêşanderan daxwaz kirin ku hemû Kurd û aliyên siyasî li dijî vê komkujiyê bibin yek deng.
Îro Înê, li bajarê Hewlêrê bi deh hezaran welatî kom bûn ji bo piştgirîkirina berxwedana her du taxên Kurdan ên Eşrefiyê û Şêx Meqsûd li bajarê Helebê, yên ku ji aliyê hêzên artêşa erebî ya Sûriyê ve tên êrîşkirin.
Di heman demê de li bajarê Ranyayê, bi deh hezaran welatî ji bo helwestgirtina li hember berxwedana Kurdên Helebê, kom bûn û daxwaz kirin ku civaka navdewletî li hemberî vê binpêkirina hikûmeta nû ya Şamê xwedî helwest be.
Xwepêşanderan bi bilindkirina ala Kurdistanê û bi qîrîna dirûşmên neteweyî, piştgiriya xwe ji Kurdên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re anîn ziman û her wiha daxwaz ji aliyên siyasî û Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê kirin ku li hemberî komkujiya Kurdan bêdeng nemînin.