Beşikci: Hevbendiya Kurdistan û Îsraîlê pêş bixin
Di Civîna 12emîn a Pena Kurd de Bangewaziyên Girîng: Rexnekirina Helwesta Dijî-Kurdî ya PKKê û Pêşniyarên Ji bo Paşeroja Kurdan
Oldenburg / Bremen, Almanya – (11ê Îlona 2025) – Civîna 12emîn a Pena Kurd di rojên 5-7ê Îlona 2025an de li Oldenburg / Bremen a Almanyayê bi beşdariya zêdeyî 150 delegeyên ji Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava, ji çar aliyên cîhanê pêk hat. Di civînê de nêrînên girîng li ser rewşa Kurdî, rola nivîskarên Kurd, û paşeroja gelê Kurd hatin parvekirin.
Yek ji xalên herî balkêş ên civînê axaftina lêkolîner û nivîskar Ismail Beşikci bû, ku wekî endamek ji şanda Weqfa Îsmaîl Beşikcî (ÎBV) beşdarî civînê bû. Beşikci bi tundî helwesta Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li hember zimanê Kurdî rexne kir û diyar kir ku PKK hewl daye kesên ji Başûr, Rojava û Rojhilat beşdarî têkoşînê dibûn fêrî Tirkî bike, di heman demê de daxwazên ji bo pêşxistina Kurdî paşguh kiriye an jî bi hinceta "Ne dema wê ye" red dike. Beşikci bang li nivîskarên Kurd kir ku vê helwesta "dijî-Kurdî" ya PKKê rexne bikin.
Rewşa Zimanê Kurdî û Polîtîkayên Asîmîlasyonê
Di axaftina xwe de, Beşikci bal kişand ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem ji hêla dewletên wekî Iraq, Sûriye, Îran û Tirkiyeyê ve li hemberî Kurdan hatine meşandin. Wî anî ziman ku dewletên emperyalîst Kurdistan di navbera Tirkiye û Îranê de dabeş kirine, û armanc ew bûye ku Kurd bi ziman û dîroka xwe ve ji rûyê erdê bên rakirin. Wî destnîşan kir ku îro, gelek parlamenterên Dem Partî di Parlamentoya Tirkiyeyê de bi zimanê xwe yê dayikê nikarin biaxivin, û zarokên wan jî dê Kurdî nezanibin. Rêya pêşîlêgirtina vê yekê jî xwedî derketina li zimanê Kurdî û axaftina bi Kurdî ya li her qadê ye.
Beşikci herwiha nêrîna "Dewlet xerab e", "Ji Kurdan re dewlet ne lazim e" red kir û got ku ev nêrîn ne ya Kurdan e, lê nêrîna dewletê ye ku asîmîlasyonê kûrtir dike.
Pêşniyarên Ji bo Paşerojê: Hevbendiya Kurd-Îsraîlî
Di beşeke din a axaftina xwe de, Beşikci pêşniyar kir ku Kurd divê hewl bidin ku peywendiyên xwe bi du dewletên cîhanê re xurt bikin: DYE û Îsraîl. Wî anî ziman ku dewletên Misilman ên wekî Iraq, Îran, Sûriye û Tirkiye li dijî Îsraîlê ne û herwiha li dijî Kurdan e jî. Di van şert û mercan de, damezrandin û pêşxistina hevbendiyeke Kurd-Îsraîlî divê girîng be, ji ber ku di dîrokê de peywendiyên Kurd-Îsraîlî her dem aştiyane bûne, lê dewletên Misilman her dem êş dane Kurdan.
Bêdewletî Sedema Karesatan e
Beşikci tekezî li ser wê yekê kir ku sedema sereke ya felaket û qirkirinên ku Kurd di dîrokê de rastî wan hatine, wekî Helebçe û Enfalê, bêdewletî ye. Wî anî ziman ku ger dewleteke Kurdan hebûya, ev karesat çênedibûn.
Serokatiya Nû ya Pena Kurd
Di dawiya civînê de, Rojvîn Perîşan û Mîran Abraham bûn hevserokên nû yên Pena Kurd. Azad Zal bû Sekreterê Giştî, Kakşar Oramar jî bû xezînedar. Bala gelek kesan kişand ku hevserokê nû Mîran Abraham Cihûyekî ye ku li Silêmaniyê dijî.
Ismail Beşikci kêfxweşiya xwe anî ziman ku civîn li Mala Ezîdiyan pêk hatiye û hemû beşdaran silav kir.
ji bo xwendina tevahiya gotara Dr Ismail Beşikci ji kerema xwe li ser vê nivîsê bitikînin...