Liu Jiun behsa Şerê Berxwedana Gelê Çînê li dijî êrîşa Japonyayê kir
Konsulê Giştî yê Çînê Li Hewlêrê Serdana Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Kir

Li gor zanyariyên Konsulxaneya Giştî ya Çînê Li Hewlêra paytexta Kurdistanê, di 10ê Îlona 2025an de, Konsulê Giştî birêz Liu Jiun serdana birêz Fewzî Herîrî, Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê kir.
Birêz Liu Jiun tekezî li ser girîngiya berbiçav a 80emîn salvegera serketina Şerê Berxwedana Gelê Çînê li dijî êrîşa Japonyayê û Şerê Cîhanî yê Dijî-Faşîzmê kir. Herwiha bal kişand ser girîngiya kûr û nirxên hevdem ên înîsiyatîfên rêveberiya cîhanî.
Her du aliyan her wiha nêrînên xwe di derbarê rewşa herêmê û mijarên girîng ên Herêma Kurdistanê de danûstandina bîr û ramanan kirin.