Parêzvanê Mîras û Bîra Kurdî
Muzexane di sala 2015'an de hatiye damezrandin û di avahiyeke 100 salî de cih digire ku berê weke postexaneya Kifrî xizmetê dikir. Ew hewşek û 12 odeyan dihewîne, her yek ji wan ji bo pêşandana cureyek cilên kevneşopî yên Kurdî hatiye terxankirin, ku bedewiyek taybet dide odeyê.

Lêkolînên dîrokî eşkere dikin ku gel li piraniya deverên Herêma Kurdistanê ji mêj ve bi çandinî û ajeldariyê re mijûl bûne. Tomarên arkeolojîk ên bajarê Kifrî yê li parêzgeha Diyala vê rastiyê piştrast dikin, ji ber ku ev herêm ji mêj ve weke navendeke bazirganî ya girîng ji bo van çalakiyan xizmetê kiriye.
Kifrî ku li ser rêyên ku Împaratoriyên Osmanî û Safewî bi hev ve girêdida û ji aliyê karwanên ku di navbera wan de – her wiha ji başûr ve ber bi Bexdayê ve – diçûn dihatin bikaranîn, bi cihên arkeolojîk û çandî yên ku digihîjin serdemên Asûrî û Axemenî ve tijî ye. Di encamê de, ew weke laboratuareke zindî ya çand û mîrasa Kurdî, bi mîrasên împaratorî û şaristaniyên herêmî re têkel, nîşan dide ku gelên li Herêma Kurdistanê di dirêjahiya demê de çawa jiyane.
Vê paşerojê Muzexaneya Çandî ya Kifrî tomar dike, ku li ser Kolana Necîb Paşa Baban li beşa rojavayî ya bajêr cih digire. Muzexane di sala 2015'an de hatiye damezrandin û di avahiyeke 100 salî de cih digire ku berê weke postexaneya Kifrî xizmetê dikir. Ew hewşek û 12 odeyan dihewîne, her yek ji wan ji bo pêşandana cureyek cilên kevneşopî yên Kurdî hatiye terxankirin, ku bedewiyek taybet dide odeyê.
Çend beşên muzexaneyê ji bo parastin, pêşandan û nîşandana amûrên kevnar hatine terxankirin, di nav de televîzyon û radyoyên destpêkê, her wiha xalîçe û berikên tevnkirî, hunerên destan ên kevneşopî yên Kurdî, û berhevokek ji amûrên çandiniyê, cot, mîhengên firoşgehan, aşên kevirî û bêjingan li xwe digre. Temenê berhemên di vê muzexaneyê de di navbera 50 heta 200 salan de ye, her yek ji wan çîroka xwe ya taybet heye.
Çîroka xemgîn ya vê Kirasê Xemrî (Pembe)
Muzexaneya Çandî ya Kifrî her weha weke bîrdariyeke ji bo trajediyên ku hatine serê Kurdan, li wir di bêdengî û aştiyê de bi dehan çîrokên dilşikestî ji mêvanan re vedike, yên ku dikarin bi çîrokên rojane, têkildar û meraqdar ên rojên berê ve girêdayî bin.
Yek ji çîrokên herî dilşikestî ya keçeke Kurd e ku jiyana wê di operasyon û jenosîda Enfalan yên sala 1988'an de hatiye qutkirin. Çîroka wê, ku weke "kincê pembe" tê pêşandan, dibêje ka sê roj berî êrîşên Enfalê, keçik li gundekî li herêma Germiyan, ku Kifrî jî di nav de ye, hatibû zewicandin. Weke beşek ji kevneşopiyên çandî û civakî yên Kurdî, dema ku serdana malên her du xwûşkên xwe yên li bajêr dikir, wê cilê xwe yê dawetê biribû dirûtingeh û terziyê.
Terzî aliyekî dirûtibû lê aliyê din nîvco hiştibû dema ku Operasyona Enfalê dest pê kiribû. Mîna gelekên din, terzî jî ji bajêr reviyabû. Di sala 1992'an de, terzî vegeriya û dest bi lêgerîna malên xwûşkên keçikê kir û karî cilê bide wan, bi rêzdarî diravê xebata nîvco – 3 dîrhemên Iraqî – ku di nav milê kirasê de hatibû bicihkirin, vegerand.
Cil nêzîkî sîh salan, ji sala 1988'an heta 2016'an, di qutiyeke kevin de bêyî dest lêkirin li cihê xwe mabû. Dûv re, piştî van hemî salan, Soran Osman, rêveberê Muzexaneya Çandî ya Kifrî, ewî cara yekem vekir. Di hundir de, wî berhevokek cilûbergan – kiras, cilên jêrîn, û yeleka jinan – dît ku hîn jî bêhna miskê jê dihat.
Paşê, xwûşkên keçikê cilên wê dan Osman da ku li gel çîroka wê di muzexaneyê de bêne parastin. Tişt bi taybetî hatine dermankirin da ku pêşî li xerabûnê bigirin û bi awayekî ku ji tîrêjên rojê yên rasterast dûr bikevin, hatine pêşandan. Ji bilî kincê pembe yê navdar, muzexane çend perçeyên din ên cilûbergan û eşyayên kesane yên ku ji aliyê qurbaniyên Enfalê ve mane, li gel çîrokên wan dihewîne.
Navendeke Çandî
Ji bilî mîsyona xwe ya berhevkirin, parastin û pêşandana berhemên çandî yên Kurdî, Muzexaneya Çandî ya Kifrî navendeke çandî ya çalak e ku mirovên ji her temen û paşxaneyê bi hev re dicivîne. Çalakî gelek cureyên kevneşopiyên çandî, hunerî û Kurdî dihewînin, di nav de festîval, meqam (formên muzîkê yên stranbêjiyê), konferansên weşandina pirtûkan, kursên amadekirina xwarinên Kurdî, stranbêjî û muzîk.
Her roj, ew gelek mêvan û tûrîstan ji hemî beşên civakê yên li herêmê û derveyî wê pêşwazî dike.
Muzexane di heman demê de bi Fakulteya Perwerdehiyê ya Zanîngeha Polîteknîk a Germiyan re têkiliyek xurt diparêze. Xwendekarên ji temenên cûda û astên akademîk bi rêkûpêk bi awayekî fermî serdana muzexaneyê dikin da ku li ser paşeroja xwe fêr bibin.
Çavkanî: Kurdistan Chronicle
Xerîb Elî Selîm (Gharib Ali Saleem)