Karmendê benzînxaneyê hate destgîr kirin
Li encama rûdaneke teqekirina li wêstgeheke benzînxayê li bajarê Hewlêrê ku sê welatî hatin kûştin, polîsê Hewlêrê ragihand ku tometbar hatiye destgîr kirin.

Li encama rûdaneke teqekirina li wêstgeheke benzînxayê li bajarê Hewlêrê ku sê welatî hatin kûştin, polîsê Hewlêrê ragihand ku tometbar hatiye destgîr kirin.
Birêveberiya Polîsê Parêzgeha Hewlêrê li daxuyaniyek da naveroka rûdanê belav kir û ragihand: Demjimêr 8:30 ê xuleka îşev çarşem, rêkefta 06 ê Tebaxa 2025 li wêstgeheke benzînxaneyê ya li ser kolana Koye, di navbera karmendeke wêstgehê û şofer û sernişîneke otombêlê da gengeşeyek pêkhatiye.
Li gor daxuyaniyê paşê karmendê wêstgeha benzînê teqînê kiriye û ji ber wê sê welatî hatine kûştin ku şofer û sernişînê otombêlê û welatiyeke din pêkhatibûn.
Polîsê Hewlêrê balkişandiye li ser wê yekê ku yekser tîmên wan gihîştine cihê rûdanê û tometbar destgîr kirine.
Li dawiya daxuyaniyê de dane zanîn ku tometbar bi biryara Dadwer hatiye ragirtin û lêkolîna li ser rûdanê berdewame.