Serok Barzanî Pêşwaziyê li Serokê Dezgeha Ragihandinê ya Elmeda Kir
Di civînê de, her du aliyan li ser rewşa giştî ya Iraqê û pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Selaheddîn – Kurdistan: Roja Duşemê, 8ê Îlona 2025ê, Serok Mesûd Barzanî li Selaheddînê pêşwaziyê li birêz Fexrî Kerîm, Serokê Dezgeha Ragihandin, Rewşenbîrî û Hunerî ya Elmeda kir.
Di civînê de, her du aliyan li ser rewşa giştî ya Iraqê û pêwendiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de danustandina bîr û ramanan kirin.
Li gor daxuyaniya ku piştî hevdîtinê hat belavkirin, Serok Barzanî û Fexrî Kerîm tekezî li ser giringiya hemahengiya hemû aliyên siyasî kirin, ji bo ku bikarin pirsgirêk û astengiyên heyî yên li pêşiya pêşketina Iraqê û Herêma Kurdistanê de ku hene, derbas bikin.