Li PENa Kurd Hevserokên Nû Hatin Hilbijartin
Navenda PENa Kurd Kongreya Xwe Ya 12emîn Pêk Anî: Hevserokên Nû Hatin Hilbijartin
Oldenburg, Almanya (08.09.2025) – Navenda PENa Kurd roja Yekşemê, 7ê Îlona 2025an, li bajarê Oldenburgê kongreya xwe ya 12emîn bi beşdariya zêdetirî 150 endaman li dar xist. Kongre bi dirûşma "Sîwana Neteweyî!" pêk hat û di derbarê xebatên Navenda PENa Kurd û xebat û têkoşîna rewşenbîriya Kurdî de nîqaş û nirxandinên kûr hatin kirin.
Di kongreyê de piştgirîya berfireh hate dîtin. Serokê PENa Navneteweyî û endamê Navenda PENa Kurd birêz Bûrhan Sonmez, ligel berpirs û rayedarên gelek sazî û enstîtuyên Kurdan ên li çar aliyên cîhanê, herwiha gelek navendên PENên din û kesayetiyên navdar, bi nameyên pîrozbahiyê û silavnameyan piştgiriya xwe ya ji bo kongreyê diyar kirin.
Piştî gengeşiyên berfireh ên li ser rêbaznameyê, Komîteya Birêvebir a Giştî (KBG) ya nû, ku ji 9 endamên esil û 4 endamên cihgir pêk tê, bi dengên endaman hate hilbijartin. Kongre bi hêvî û daxwazên beşdaran bi awayekî serkeftî bi dawî bû.
Hevserok û Sekreterê Giştî Yê Nû Hatin Hilbijartin
Di heman rojê de, di çarçoveya rêbaznameya Navenda PENa Kurd de, civîna yekemîn a Komîteya Birêvebir a Giştî ya nû ji bo karbeşiya navxweyî hate lidarxistin. Civîn bi birêvebirina endamên dîwana kongreyê birêzan Kemal Sido, Hacî Ozkal, Dîmen Sohrabî, Kakşar Oremar û Asya Xerzan pêk hat.
Di civînê de, karbeşî hate kirin û Rojvîn Perîşan û Mîran Abraham wek hevserokên Navenda PENa Kurd hatin hilbijartin. Herwiha, Azad Zal wek sekreterê giştî û Kakşar Oremar jî wek berpirsê darayî hatin destnîşankirin.
Endamên Komîteya Birêvebir a Giştî ya Navenda PENa Kurd ên ku di kongreya 12emîn de hatin hilbijartin, li gor rêza alfabêyê ev in:
Endamên Esil:
Abdullah Hîcab
Azad Zal
Dîmen Sohrabî
Kakşar Oremar
Mîran Abraham
Omer Fîdan
Rojvîn Perîşan
Salih Demîcer
Şina Fayîq
Endamên Cihgir:
Îrfan Babaoglu
Mihemed Mentik
Rukiye Ozmen
Sultan Yaray
Desteya Rêveber a Navenda PENa Kurd, ji bo mêvandariya Mala Êzidiyan û Şaredariya Oldenburgê spasiya xwe anî ziman.