Biçûktirîn Drona sîxûriyê
Heger bikevine ber destê xelkê asayî, ew dişên wan ji bo sîxûrîya li ser mal û kompanîyan bikar bînin û dişên belgename û bername û hizrên hevrikên xwe jê bidizin.
Heta berî noke biçûktirîn Drona sîxûriyê ew bû ya Norwêcê çêkirî û di gotinê zirkêtka reş (Hornet Nano PD-100) ku (2.5) santîmetir bû û kêşa wê (18) gram bû. Lê noke Çîn li ser teknolojiyayeka gelek ji wê pêşkeftîtir ku li ser zîrekiya destkird ya hatîye damezrandin, ya kar diket û dibêjinê (Dronên Nano yên Mosquito) yan (rêkxistiyên hewayîyên biçûk: Micro UAS).
Ev Drone li ser şêweyê mêşumorên wekî (pêşî, mêş û mêşa hingivînî) hatîne çêkirin ku bi tenê (6) milîmetre û terzê firîna wan jî wekî ya wê mêşumorê ye ya ku li ser şêwê wê hatîye çêkirin û mezinahiya wan ji santîmetrekê kêmtire û kamîreyên hûr û mikrofon di pêkhatê wan da hatîne danan û ew dişên li hemî cihan, tenanet cihên girtî jî bifrin.
Metirsîya vê teknolojiyê di van xalan daye:
Radar neşên wan vebînin. Zehmete mirov bişêt bi çavê xwe yê asayî wan ji mêşumoran cuda biket. Çi deng yan ronahî yan jî îşaret jê dernakevin. Bêyî ku kesek hest pê biket, ew dişên xwe bigehînin her cihekî.
Heger ev teknolojîye bi hejmareka berfireh bihête bikarînan, dibine amîrên çavdêrîya bi komel û bi şêweyekê wesa taybetmendîyên mirovan bin pê diken ku berê nehatibite dîtin, çunkî:
Ew dişên çavdêrîya serkirdeyên leşkerî û cihên hestiyar biken. Ew dişên kombûn û axaftinên veşartî tomar biken. Heger bikevine ber destê xelkê asayî, ew dişên wan ji bo sîxûrîya li ser mal û kompanîyan bikar bînin û dişên belgename û bername û hizrên hevrikên xwe jê bidizin.
Ev pêşkeftine xeyala zanistî nîne, belku ew rastîye û bi lez ya nêzîkî me hemiyan dibit.
Li vêre pirsiyara herî bihêz ku xwe li mêşkê me didet ewe ku: Erê gelo ev teknolojiyaya ku ji bo sanahîkirina jiyana mirovan hatîye çêkirin, hûn dibêjin welê bêt, ku em nifşê mirovan ji bo dijayetîya hevdu û xerabkirina şîrazeya mirovayetiyê bikar bînîn?!