Kurdên Almanya Alîkariya Karesata Kurdistanê Dikin

Bangewazîya Alîkarîya Lezgîn Ji Bo Kurdistanê: Komkirina Alîkariyê Ji Bo Karesata Lehiyê ya 2025an

Dec 15, 2025 - 10:24
Kurdên Almanya Alîkariya Karesata Kurdistanê Dikin
Bangewazîya Alîkarîya Lezgîn Ji Bo Kurdistanê: Komkirina Alîkariyê Ji Bo Karesata Lehiyê ya 2025an

Düsseldorf – Almanya – Civaka Kurd li Almanya (Kurdische Gemeinde Deutschland e.V.) bangewazîyek lezgîn ji bo komkirina alîkarîyê ji bo mexdûrên lehiyê li Herêma Kurdistanê kir. Ev bangewazî piştî baranên dijwar û lehiyên berfireh hat, ku bi rojan e herêmê xistine bin bandora xwe.

Li gorî daxuyanîya civaka Kurd, li gelek bajar û gundan, di nav de Çemçemal, Germîyan, Raperîn û beşên Kerkûkê, kolan bûne wekî çeman. Pir û rê hatine hilweşandin, dibistan û bi sedan xanî ziyaneke mezin dîtine an jî bi temamî hilweşîyane. Mixabin, çend kesan jiyana xwe ji dest dane, bi dehan kes birîndar bûne û bi hezaran malbat li ber kavilên jiyana xwe mane.

Tevî ku tîmên rizgarkirinê, cîran û rêxistinên alîkarîyê li ser erdê bêwestan dixebitin, lê çavkanîyên heyî ji bo pêkanîna pêwîstiyan kêm in. Gelek mexdûran bi lezgînî pêwîstî bi stargehên ewle, betanî, cilên germ, xwarin, kelûpelên paqijîyê û dermankirina pizîşkî heye.

Ji ber vê yekê, Civaka Kurd li Almanya bang li hemû xêrxwazan dike ku bi beşdarîyên xwe piştgirî bidin alîkarîya lezgîn a piştî karesata lehiyê li Herêma Kurdistanê. Her beşdarîyek dê alîkar be ji bo dabînkirina pêwîstiyan li ser erdê û rê li ber nûavakirinê veke.

Ji bo alîkarîyê, hûn dikarin beşdarîyên xwe ji bo vê hesabê bankê bişînin:

Kurdische Gemeinde Deutschland e.V.
Kreissparkasse Köln
IBAN: DE64 3705 0299 0000 4166 52
BIC: COKSDE33XXX
Sertnav: Nothilfe Kurdistan Hochwasser 2025