Fransa, Almanya û Brîtanya hişdariyê didin Îranê

Îran amade nebe heta dawîya vê heyvê bigihe çareseriyeke diplomasî yan jî dirêjiyê bi danustandinan nede ew her sê welat amadene mekanîzma sepandina sizayan bikarbînin.

Aug 13, 2025 - 14:39
Fransa, Almanya û Brîtanya hişdariyê didin Îranê

Rojnameya Financial Times ragihand: Fransa, Almanya û Brîtanya heta dawîya vê mehê muhletê dane Îranê  û eger venegere ser danustandinên bernameya Atomî, dê rastî sizayan bibe.

Rojnameya Financial Times di raporekê da eşkere kiriye: Îro wan her sê welatan amadehiya xwe ya ji bo Neteweyên Yekgirtî diyar kiriye û nameyek ji bo wan şandine û têda balkişandine li ser wê yekê ku, her dema Komara Îslamîya Îranê heta dawîya vê heyvê venegere ser danustandinên bernamey Atomî, amadene sizayan deynin ser Tehranê.

Li gor rapora rojnameyê, wan welatan di nameya xwe da gotîye: Ewan dupat kiriye eger Îran amade nebe heta dawîya vê heyvê bigihe çareseriyeke diplomasî yan jî dirêjiyê bi danustandinan nede ew her sê welat amadene mekanîzma sepandina sizayan bikarbînin.