Kurdên Îsraîlê Li Tel Avîv Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê Kirin
Kurdên Îsraîlê Li Tel Avîv Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê Kirin
Tel Avîv – Li bajarê Tel Avîvê yê Îsraîlê, komek ji Kurdên Îsraîlî û Cihûyên bi eslê xwe Kurd, bi boneya piştevaniya bi gelê Kurd re li Rojava û şermezarkirina zordestiyê, xwepêşandanek lidar xistin. Çalakî li ber Konsulxaneya Amerîkayê ya li Tel Avîvê pêk hat.
Di vîdeoyeke ku hatiye belavkirin de, xwepêşanderan alayên Kurdistanê, alayên YPG/YPJê û alayên Îsraîlê bilind kirin. Herwiha pankartên bi dirûşmên wekî "BIJÎ ROJAVA" û "Stand with Rojava" (Piştgiriya Rojava bikin) girtin. Axaftvanekî xwepêşander di vîdeoyê de, bi kincên Kurdî li ser cilê xwe yê fermî, silav li gelê Kurdistanê kir û anî ziman ku ew îro li Tel Avîvê, li ber Konsulxaneya Amerîkayê, ji bo piştgiriya Rojava dengê xwe bilind dikin.
Çalakvanê Kurd tekez kir ku milletê Kurd, Cihûyên Kurd, û Cihûyên Îsraîlî îro li vir in da ku nerazîbûna xwe nîşan bidin. Wî got ku ew bi hevre, bi kelecanî û bi coş, protestoyên xwe didomînin û dirûşmên Kurdî û Îbranî diqîrin. Sedema xwepêşandanê wek "li hember dagirker, zordar û terorîstan" hat pênasekirin, û banga piştgirîya ji bo Rojava hate kirin.
Ev çalakî, car din, girêdanên dîrokî û hestên hevbeş ên di navbera Kurdan û Cihûyan de nîşan dide, û daxwaza wan a ji bo azadî û aramiyê li herêmê, bi taybetî li Rojava, radixe ber çavan.
https://www.facebook.com/reel/1596960024970311