Mûsa Ehmed: Li her cihê ku koçber hebin, emê xizmeta wan bikin.
Mûsa Ehmed: Li her cihê ku koçber hebin, emê xizmeta wan bikin.
Mûsa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî: 67 Barhilgirên Alîkariyên Xorekî û Ne-Xorekî û 150 Karmendên Dezgehê Ber Bi Rojavayê Kurdistanê Ve Tên Şandin
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di civîneke çapemeniyê de aşkere kir ku 67 barhilgirên alîkariyên xorekî û ne-xorekî û 150 karmendên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ber bi Rojavayê Kurdistanê ve tên şandin.
Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, roja Çarşemiyê, 21/01/2026, di civîneke çapemeniyê de ku li deriyê sînorî yê Sêmalka hate lidarxistin, hûrgiliyên şandina alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bo Rojavayê Kurdistanê pêşkêş kir.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ligel balkişandina rewşa aloz a Rojavayê Kurdistanê, got: "Birêz Serok Barzanî me raspartiye ku em hemû hêza xwe ji bo alîkariya xûşk û birayên me yên li Rojavayê Kurdistanê bixebitin." Herwiha got: "Ji bilî pêşkêşkirina alîkariyan, emê bibin pireke bihêz di navbera Kurdên Rojava û alî û rêxistinên navxweyî û navneteweyî de, da ku em bi awayekî herî baş karibin li Rojavayê Kurdistanê xizmeta xûşk û birayên xwe bikin."
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî herwiha destnîşan kir ku bi hevkariya rêveberiya Rojavayê Kurdistanê, karwanê herî mezin ê alîkariyan hatiye amadekirin, ku ji 67 barhilgiran pêk tê û 22 cûrên cuda yên pêkhatan di nav xwe de dihewîne.
Herwiha tekez kir ku tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dê ligel Kurdên Rojava bimînin û xizmeta wan bikin, heya ku pêwîstiya wan bi alîkariyê hebe.
Herwiha balkişand li ser wê yekê ku tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ku ji 150 karmendên ji hemû nivîsîngehên dezgehê pêk tên, ji aliyê tenduristî, lojîstîk û meydanî ve xizmetê ji welatiyan re dikin. Herwiha got: "Ev yekem karwanê alîkariyan e ku digihêje Rojavayê Kurdistanê û alîkarî dê bi awayekî berfireh berdewam bikin, heya ku rewşa Rojavayê Kurdistanê asayî bibe."
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî herwiha tekez kir ku li her cihê ku koçber hebin, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dê xizmeta wan bike. Behsa wê yekê jî kir ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî xwedî tecrûbeyeke zêde ye li Herêma Kurdistanê û welatên herêmê û cîhanê ji bo xizmetkirina koçber û penaberan, û balkişand li ser wê yekê ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî berî Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Kerkûkê, xizmeta xelkê Rojavayê Kurdistanê bike. Wî got: "Li her cihê ku koçber hebin, emê xizmeta wan bikin."
Amadekar: Salar Babeşêx