Şivan Perwer: Ji bo aştî û azadiya zarokan, diqîre
Şivan Perwer: Ji bo aştî û azadiya zarokan, diqîre
Şivan Perwer Peyameke Hestiyar Belav Kir: "Heke Hûn Evê Wek Xizanî, Şerm an Qelsî Bibînin, Bizanibin Hûn Ji Mirovahiyê Dûr Ketine"
Hunermendê navdar Şivan Perwer li ser hesabê xwe yê Twitterê (@sivanperwer_1) peyamek hestiyar belav kir, ku tê de behsa rewşa Kurdan û têkoşîna wan a ji bo azadiyê dike. Perwer di peyama xwe de bi dengekî bilind bang li wijdanan dike û tîne ziman ku girîna wan nîşana mirovbûna wan e.
Di peyama xwe de, Perwer wiha dibêje: "Ger rondikên me diherikin, ev ji ber wê ye ku em hîn jî dikarin mirov bimînin. Heke hûn vê yekê wek xizanî, şerm an qelsî bibînin, bizanibin ku hûn in yên ku ji mirovahiyê dûr ketine."
Hunermend anî ziman ku hewarên wan bêwate nînin û armanc ew e ku "ew qirika dawî ya mirovahiyê di hundirê we de şiyar bikin, heya ku hîn dem bi temamî nemaye."
Şivan Perwer bi tundî rexne li wan kesên ku zilmê li Kurdan dikin girt û got: "We ji mêj ve ax û nalîna Kurdan xistine ser milên xwe; hûnê rojekê giraniya wê axê di dilê xwe de hîs bikin. Ji felaketa ku we bi destê xwe çêkiriye bitirsin."
Perwer herwiha diyar kir ku ew ji bo aştî û azadiya zarokên Kurd, bê tirs bijîn, diqîre: "Ez ji bo ku zarokên me di aştiyê de, bi azadî, bê tirs bijîn, diqîrim. Ji bo siberoja wan, îro ez rondikan dirêjim."
Di dawiya peyama xwe de, hunermend Şivan Perwer bi hêz anî ziman: "Her dilopek rondikê ku em ji bo jiyana azad dirêjin, ji wan kenên we yên cinawirane yên ku hûn dema dikujin diavêjin, kûrtir, rasttir û gelekî bi hêztir e. Ji vê bitirsin!…"