Serok Nêçîrvan Barzanî û Serok Macron, rewşa herêmê gotûbêj kirin

Serok Nêçîrvan Barzanî û Serok Macron, rewşa herêmê gotûbêj kirin

Mar 3, 2026 - 20:11
Serok Nêçîrvan Barzanî û Serok Macron, rewşa herêmê gotûbêj kirin
Serok Nêçîrvan Barzanî û Serok Macron, rewşa herêmê gotûbêj kirin

Êvara îro Sêşemî 03.03.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, peywendiyeke telefoniyê ji birêz Emmanuel Macron, Serokê Fransayê wergirt.

Di peywendiyê de, geşedanên dawî yên rewşa herêmê hatin gotûbêjkirin. Herdu aliyan dilgiraniya xwe li hember zêdebûna şer anîn ziman û tekez li ser girîngiya parastina aramî û ewlehiyê kirin.

Her di vê peywendiyê de, pêwîstiya zêdekirina hewldanên navdewletî yên ji bo aramkirina rewşê û çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane û dîplomasiyê dûpatkirin.

Çend mijarên din ên girîngiya herdu aliyan jî, babeteke din a peywendiyê bû.