Bi AI û bi navê Îdrîs Nêçîrvan Barzanî welatiyan dixapînin

Bi AI û bi navê Îdrîs Nêçîrvan Barzanî welatiyan dixapînin

Mar 3, 2026 - 20:34
Bi AI û bi navê Îdrîs Nêçîrvan Barzanî welatiyan dixapînin
Bi AI û bi navê Îdrîs Nêçîrvan Barzanî welatiyan dixapînin

Li gor daxuyaniya Nivîsîngeha Îdrîs Nêçîrvan Barzanî ya 03/03/2026, hin kesên ji yasayê derketî bi rêya hejmarên telefonê yên cuda, bi taybetî yên bi kodên welatên din, xwe wekî Îdrîs Nêçîrvan Barzanî didin nasîn û bi bikaranîna dengê AI'yê (Zîrekiya çêkirî) û hincetên cûrbecûr daxwazên taybet ji welatiyan dikin. Ev rewş bûye sedema ziyanên maddî û manewî li seranserê Iraq, Herêma Kurdistanê û derveyî welat.
Nivîsîngeha Îdrîs Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ev karûbar ti têkiliya wan bi wî re nîne û ji welatiyan daxwaz kir ku bi baldarî tevbigerin û bersiva van peywendiyan nedin. Daxuyaniya Nivîsîngehê bi vî awayî ye:

Ji bo: Hemû Welatiyên Rêzdar

Ev demek e, hin kesên yaseyê derçûyî bi çendîn hejmarên telefonê yên cuda û bi kodên welatên cîhanê yên cûda, peywendiyê bi welatî û kesayetiyan re dikin ku di rewşên civakî, îdarî, siyasî û bazirganî yên cuda de ne. Ev kes xwe bi navê rêzdar (Îdrîs Nêçîrvan Barzanî) didin nasîn, heta bi şêwaza axaftina wî diaxifin û bi bikaranîna (AI) û bi hincetên cuda, daxwazên taybet ji welatiyan dikin. Bi vê sedemê, ziyanên maddî û manewî gihîştiye çendîn kesan û aliyên li seranserê Iraq, Herêma Kurdistanê, û heta derveyî welat.

Ji bo vê armancê, em bi eşkere radigihînin ku ev mijar ti peywendiyeke dûr û nêzîk bi rêzdar (Îdrîs Nêçîrvan Barzanî) re nîne. Di heman demê de, em raya giştî û welatiyan agahdar dikin ku di dema van cure peywendiyan de bi berpirsiyarî û bi hişyarî tevbigerin, xwe ji bersivdan û peywendîkirinê dûr bigirin.

Nivîsîngeha Rêzdar (Îdrîs Nêçîrvan Barzanî)
03.03.2026

Têbînî:
Hejmarên peywendiyê yên herî berbiçav ev in û gelekên din jî ku rojane têne bikaranîn:
+(33)758582858
+(49)15219467208
+(49)17616433340