Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê tekez li ser aştiyê dikin.

Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê tekez li ser aştiyê dikin.

Apr 18, 2026 - 12:26
Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê tekez li ser aştiyê dikin.
Serok Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê tekez li ser aştiyê dikin.

Îro sibehî roja şemiyê 18.04.2026 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, di berdewamiya hevdîtin û civînên xwe yên li Forûma Dîplomasiyê ya Antalyayê de, ligel birêz Yaşar Güler, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê civiya.

Di civînê de, pêşhatên rewşa giştî û dawî ya herêmê û bandor û encamên wan hatin gotûbêjkirin. Her du aliyan tekez li ser giringiya berdewamiya agirbestê û pêkanîna aştiyê û parastina aramî û ewlehiya li Rojhilata Navîn kirin.

Birêz Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê helwesta Herêma Kurdistanê bilind nirxand ku nebûye beşek ji şer û alozîyên herêmê, her wiha parastina hemahengîya her alî ji bo parastina aramî û ewlehiyê kir. Her di vê derbarê de, pesnê rola birêz Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Ji aliyê xwe ve, Serok Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku Herêma Kurdistanê wek her car dê faktoreke aramî û ewlehiyê be û daxwaz dike ku peywendîyên bi welatên cîran re li ser bingeha berjewendîyên hevbeş zêdetir bên pêşxistin.

Peywendîyên Tirkiyeyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û hevkariya hevbeş a di navbera wan de, mijareke din a civînê bû.