Serok Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê nû yê Koreya Başûr re civiya

Serok Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê nû yê Koreya Başûr re civiya

Nov 16, 2025 - 17:19
Serok Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê nû yê Koreya Başûr re civiya
Serok Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê nû yê Koreya Başûr re civiya

Piştî nîvroya îro Yekşem, 16.11.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Lee Jeong-il, Balyozê nû yê Koreya Başûr li Iraqê kir.

Di civînê de, Serok Nêçîrvan Barzanî pîrozbahiyê li birêz Lee-il kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest, herwiha tekezî li ser hemû piştgirî û hevkariya Herêma Kurdistanê ji bo serxistina erkê wî kir.

Her du aliyan têkiliyên Koreya Başûr bi Iraq û Herêma Kurdistanê re gotûbêj kirin û ronahî xistin li ser kar û çalakiyên şirketên Koreyî li Iraq û Herêma Kurdistanê.

Serok Nêçîrvan Barzanî, ligel pesnê têkiliyên demdirêj û hevkariyên Koreya Başûr ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê, bal kişand ser rola rêxistina KOICA ku di beş û warên cuda de alîkariya Herêma Kurdistanê kiriye.

Di mijareke din a civînê de, serkeftina hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê û rewşa Herêma Kurdistanê û herêmê bi giştî hatin gotûbêjkirin.