Naveroka Peywendiya Telefonî ya di Navbera Serok Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyê de

Naveroka Peywendiya Telefonî ya di Navbera Serok Barzanî û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê ji bo Karûbarên Sûriyê de

Jan 30, 2026 - 18:47

Roja Înê, 30.01.2026an, di navbera Serok Mesûd Barzanî û birêz Tom Barrack, Nûnerê Taybet ê Serok Trump ji bo Karûbarên Sûriyê de, pêwendiyeke telefonî hate encam dan.

Di peywendiyê de, birêz Tom Barrack li ser navê xwe û Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, spasiyên taybet û pesnên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kir ji bo rol û helwestên berçav ên ku wî di bidestxistina agirbestê û piştgiriya diyalogê di navbera Hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de pêşkêş kiribûn. Herwiha, rola Serok Barzanî di bidestxistina rêkeftina îro ya di navbera Hikûmeta Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de bilind nirxand.

Di heman pêwendiya telefoniyê de, Serok Barzanî li gel spasiyên xwe yên taybet ji bo birêz Serokê Amerîka û hemû kes û aliyên ku di çareserkirina pirsgirêkan bi rêya diyalogê de rol lîstine, piştgiriya xwe ji bo rêkeftina îro, Înê 30.01.2026an, anî ziman, ji bo cîbicîkirina aştiyê. Herwiha, Serok Barzanî spasiyên xwe pêşkêşî birêz Tom Barrack kir ji bo rola wî ya bibandor ku ji bo gihîştina rêkeftin û aştiyê li herêmê bi giştî û Sûriyê bi taybetî heye.

Derbarê rewşa Iraqê de jî, birêz Tom Barrack ji Serok Barzanî xwest ku di rewşa siyasî ya niha ya Iraqê de rola xwe ya girîng û berçav bilîze. Herwiha, Serok Barzanî tekez kir ku mercê sereke yê aramî û çareserkirina pirsgirêkan, cîbicîkirina destûrê û pabendbûna bi wê ye ku pêkhateyên Iraqê bixwe biryarê li ser çarenivîsa Iraqê bidin û serweriya Iraqê biparêzin.