Barzanî Piştgiriya Rêkeftina di navbera Hikûmeta Sûriyê û HSDê de Dike

Serok Nêçîrvan Barzanî Piştgiriya Rêkeftina di navbera Hikûmeta Sûriyê û HSDê de Dike

Jan 30, 2026 - 14:48
Barzanî Piştgiriya Rêkeftina di navbera Hikûmeta Sûriyê û HSDê de Dike
Serok Nêçîrvan Barzanî Piştgiriya Rêkeftina di navbera Hikûmeta Sûriyê û HSDê de Dike

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî, îro pêşwaziyê li rêkeftina di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de kir û piştevaniya xwe ya tevahî ji bo wê nîşan da. Barzanî vê rêkeftinê wek gaveke girîng ber bi çareseriya aştiyane ya aloziyên li Sûriyeyê bi nav kir.

Di daxuyaniyekê de, Serok Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew pêşwazî li vê rêkeftinê dikin ku armanca wê rawestandina şer, yekkirina dezgehên leşkerî û îdarî, mîsogerkirina mafên sivîl û perwerdehî yên gelê Kurd, û vegera koçberan bo ser cih û warên wan e.

Barzanî herwiha tekez kir ku ev rêkeftin gaveke "girîng û rast" e ber bi bidawîkirina alozî û nakokiyan. Wî dubare kir ku diyalog, lihevkirin û çareseriya siyasî, tekane rê ne ji bo peydakirina çareseriyeke berdewam ku di berjewendiya hemû aliyan de be.

Serokê Herêma Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de anî ziman ku ev rêkeftin bingeheke xurt ji bo aramî, aştiya civakî û hevrejiyana aştiyane di navbera pêkhateyan de vedike. Wî hêvî kir ku ev gav bibe sedema ji nû ve avakirina Sûriyeyeke yekgirtî, parastina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan di destûra paşerojê de, û pêkanîna aramiyê ji bo Sûriyeyê û herêmê bi giştî.

Ev e jî naveroka peyama Serok Nêçîrvan Barzanî ye:
 
Serok Nêçîrvan Barzanî Pêşwaziyê li Rêkeftina Hikûmeta Sûriyê û HSDê Kir

Em pêşwaziyê û piştevaniyê li rêkeftina di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de dikin û piştgiriyê didin wê ji bo rawestandina şer, yekkirina dezgehên leşkerî û îdarî, mîsogerkirina mafên sivîl û perwerdehî yên gelê Kurd û vegera koçberan bo ser cih û warên wan.

Ev rêkeftin gaveke girîng û rast e ber bi çareseriya aştiyane û bidawîkirina alozî û nakokiyan. Me her dem tekez kiriye ku diyalog, lihevkirin û çareseriya siyasî, tekane rê ne ji bo peydakirina çareseriyeke berdewam ku di berjewendiya hemû aliyan de be.

Ev rêkeftin bingeheke xurt ji bo aramî, aştiya civakî û hevrejiyana aştiyane di navbera pêkhateyan de vedike. Em hêvîdar in ku bibe sedema ji nû ve avakirina Sûriyeyeke yekgirtî, parastina mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyan di destûra paşerojê de û pêkanîna aramiyê ji bo Sûriyeyê û herêmê bi giştî.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
30.01.2026