Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Waliyê Şirnexê û Şandeke pê re civiya
Serok Nêçîrvan Barzanî ligel Waliyê Şirnexê û Şandeke pê re civiya

Îro êvarî Duşemê, 13.10.2025 rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziyê li birêz Bîrol Ekîcî, Parêzgarê Şirnexê yê Tirkiyeyê, û şandeke pê re kir. Şand ji birêzên Serokê Şaredariya Şirnexê, Serokê Jûra Bazirganî ya Şirnexê û Serokê Jûra Bazirganî ya Cizîrê pêk hatibû.
Di hevdîtinê de, ku birêz Parêzgarê Hewlêrê û Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê amade bûn, peywendiyên Tirkiyeyê ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, danûstandina bazirganî, û çawaniya pêşxistina çalakiyên aborî, zanîngehî û çandî yên di navbera wan de hatin gotûbêjkirin.
Herdu aliyan tekez li ser xwesteka dualî kirin ji bo pêşxistina zêdetir a hevkariya hevpar û berfirehkirina warên bazirganî, hatinûçûn û geştiyariyê di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de. Di vî warî de, behsa asta peywendiyên Şirnexê ligel Hewlêrê û parêzgehên din ên Herêma Kurdistanê hat kirin.
Bandora pêvajoya aştiyê li ser pêşketina herêmê, balafirgeha Şirnexê ku ji ber nêzîkbûna xwe ya bi sînor ve, xizmetê dide geştiyarên Herêma Kurdistanê jî, aliyekî din ê hevdîtinê bû.