Serok Barzanî pêşwaziyê li şandeke parêzgeha Şirnexê kir
Serok Barzanî pêşwaziyê li şandeke parêzgeha Şirnexê kir

Roja Duşemê, 13ê Cotmeha 2025an, Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziyê li şandeke parêzgeha Şirnexê kir ku birêz Bîrol Ekîcî, Waliyê Şirnexê, serokatiya wê dikir.
Di hevdîtinê de, Waliyê Şirnexê rola Serok Barzanî di pêşxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê de bilind nirxand. Wî bal kişand ser aliyên erênî yên wê pêvajoyê û daxwaz ji Serok Barzanî kir ku piştgiriya xwe ji bo pêvajoya çareseriya aştiyane ya Tirkiyeyê bidomîne.
Her di wê hevdîtinê de, tekez li ser pêşxistina pêwendiyên çandî, aborî û bazirganî yên di navbera parêzgeha Şirnexê û Herêma Kurdistanê de, û bi taybetî bi parêzgeha Hewlêrê re, hate kirin.