Serok Barzanî Pêşwaziya Konsulê Giştî Yê Nû Yê Macarîstanê Li Hewlêrê Kir
Serok Barzanî Pêşwaziya Konsulê Giştî Yê Nû Yê Macarîstanê Li Hewlêrê Kir
Roja Çarşemiyê, 10ê Kanûna Yekem a 2025an, li Pîrmamê, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya birêz Grigye Tivadar Takacs, Konsulê Giştî yê nû yê Macarîstanê li Herêma Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Macarîstanê kêfxweşiya xwe bi hevdîtina Serok Barzanî anî ziman û diyar kir ku ew di derbarê dîrok, çand û siyaseta niha û berê ya Kurd û Kurdistanê de zanyariyên wî yên baş hene, ji ber ku wî masternameya xwe li ser Kurdistanê nivîsandiye. Herwiha spasiyên xwe ji bo rol û helwestên Serok Barzanî di hemû hewldanên wî yên ji bo aştî û aramiyê li herêmê bi giştî kir. Herwiha serkeftina pêvajoya hilbijartinan û serkeftina Partiya Demokrata Kurdistanê li Serok Barzanî pîroz kir.
Her di vê hevdîtinê de, pêngavên aliyên siyasî yên Iraqê ji bo pêkanîna hikûmeteke nû ya federal û pêvajoya siyasî li Herêma Kurdistanê û pirsa pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.
Di derbarê peywendiyên di navbera Macarîstan û Herêma Kurdistanê de, her du alî li ser pêşxistin û baştirkirina peywendiyên dualî di hemû waran de, bi taybetî di warên aborî û bazirganî de, li hevfikir bûn.
Guhertin û rewşa herêmê bi giştî û pêngavên pêvajoya aştiyê li Tirkiyê û rewşa Sûriyê mijareke din a vê hevdîtinê bûn.