Kurdistan Foundation Projeyeke Cûda û Girîng Ragihand
Di qonaxa yekem a projeyê de, 500 tenekeyên zibil û gilêşê li Hewlêr û Dihokê dê bên danîn, 350 li Hewlêrê û 150 jî li Dihokê. Di paşerojeke nêzîk de jî dê proje berfirehtir bibe û tevahiya Kurdistanê li nav xwe bigre.
Kurdistan Foundation projeyeke cihê û girîng ragihand, ew jî vezîvirandina gilêş, zibil û paşmayên plastîk e ku dê roleke girîng di kêmkirina qirêjbûna jîngehê bi maddeya plastîk de bilîze. Di qonaxa yekem a projeyê de, 500 tenekeyên zibil û gilêşê li Hewlêr û Dihokê dê bên danîn, 350 li Hewlêrê û 150 jî li Dihokê. Di paşerojeke nêzîk de jî dê proje berfirehtir bibe û tevahiya Kurdistanê li nav xwe bigre.
Kurdistan Foundation dê li cihên giştî tenekeyên gilêşê yên taybet deyne ku li ser wan hatiye nivîsandin "ji bo paşmayên plastîk". Hemwelatî dê her cure paşmayên plastîk ên xwe bixin van tenekeyan. Berê, li kaniya Qirjale, ev madde dihatin definkirin û bi sedan salan (400 sal) digirtin ku werin hilweşandin, eger plastîk pir sivik bûya jî 100 salan pêwîst bû, ku ev yek zerareke mezin dida jîngehê. Lê bi rêya vê projeyê, plastîkên avêtî dê dîsa werin bikaranîn û piştî çendîn qonaxên pêvajoyê, dê berhemên nû ji wan werin çêkirin.
Rojane li Kurdistanê zêdetirî heft hezar ton paşmayî tê hilberandin ku % 25 ji vê paşmayê plastîk e, bi taybetî di demsala havînê de ku rojê bi kêmanî yek milyon û 500 hezar şûşeyên plastîk ên ava vexwarinê û vexwarinên din ên gazî têne bikaranîn.
Bi armanckirina berhevkirina 750 hezar şûşeyên plastîk di mehekê de, salane dê 216 ton gaza karbondîoksîtê were teserûfkirin ku ev yek wekhev e bi çandina zêdetirî 10 hezar daran, an jî derxistina 47 otomobîlan ji kolanan di salekê de. Ligel van sûdên jîngehî, ev proje dê hişyariya takekesan ji bo paqijkirina jîngehê û hezkirina ax û welat zêdetir bike û asta pabendbûna takekesan bi rêgez û jiyana civakî bihêztir bike.
Hindirên Remezan, rêvebirê projeya vezîvirandinê li Kurdistan Foundation, ji Ava re ragihand ku proje dê hêsaniyek mezin bide wan şirketên ku kargehên vezîvirandinê hene û wan madeyên ku berê bibûn sedema qirêjbûna jîngehê, bi rêya avêtina wan ji aliyê hemwelatiyan ve di tenekeyeke taybet de, dê dîsa werin vezîvirandin li şûna ku di bin axê de werin definkirin an jî li derveyî bajaran werin şewitandin.
Karzan Abdulhadî, Serokê Şaredariya Hewlêrê jî dibêje ku berê wan karê definkirina paşmayan dikir û hilweşandina plastîk bi sedan salan digirt. "Niha bi hevkariya saziya Kurdistan Foundation bi danîna tenekeyên gilêşan bi awayekî modern, ew zerarên jîngehî kêm dibin."