Kurdistan Foundation Mêvandariya Nûnerê Taybet ê Wezîrê Derve yê Îmaratê Kir
Herwiha, di dawiya hevdîtinê de, tabloyek wekî diyarî ji aliyê Evîn Niyaz Selahedîn ve hate pêşkêşkirin, ku yek ji ciwanên jêhatî yên Kurdistan Foundationê ye. Ev diyarî nîşana hurmet û hevkariya di navbera her du aliyan de bû.

Hewlêr – Kurdistan: Kurdistan Foundation doh mêvandariya birêz Seîd El-Hacirî, nûnerê taybet ê Wezîrê Dewletê û Nûnerê Taybetî yê Îmaratê ji bo Karûbarên Aborî ya li Herêma Kurdistanê, û şandeya pê re kir.
Di çarçoveya hevdîtinê de, nîqaşeke berfireh û bi sûdên li ser pengavên pêşxistina peywendiyan û hemahengiyeke zêdetir di warê geşepêdana ciwanan de hat kirin. Her du aliyan li ser girîngiya avakirina pirên hevkariyê ji bo berjewendiya ciwanên her du welatan tekez kirin.