Piştî 4 salan Serok Macron Serdana Kurdistanê Dike
Piştî 4 salan Serok Macron Serdana Kurdistanê Dike
Îro Sêşemiyê 14.10.2025, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî, pêşwaziyê li Patrick Durel Balyozê Fransayê li Iraqê kir. Di vê hevdîtinê de, serdana pêşbînîkirî ya Serokkomarê Fransayê, Emmanuel Macron, ya bo Iraq û Herêma Kurdistanê di meha Kanûnê (12) ya îsal de, bû yek ji mijarên sereke yên gotûbêjê.
Di hevdîtinê de ku Konsolosê Giştî yê Fransayê li Herêma Kurdistanê, Yann Braem, amade bû, rewşa giştî ya Iraqê û herêmê, her wiha çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hatin gotûbêjkirin.
Serokê Hikûmetê dubare kir ku em dixwazin li ser bingeha rêzgirtina li mafên destûrî û qewareya federalî ya Herêma Kurdistanê û dabînkirina para budçeya taybet a herêmê di budçeya giştî ya Iraqê de, baştirîn peywendiyan ligel Hikûmeta Federal hebe. Her wiha got, "Em hêvîdar in ku lihevhatina vê dawiyê ya li ser hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê, bibe sedema çareserkirina pirsgirêkên di navbera her du aliyan de."
Balyozê Fransayê, ji bilî pîrozkirina projeyên reformê yên Serokê Hikûmetê û pesindana girîngiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo projeyên jîngehparêziyê, bal kişand ser giringiya serdana Serokkomar Emmanuel Macron ya bo Iraq û Herêma Kurdistanê di meha Kanûnê(Heyva 12) de. Wî tekezî li ser vê serdanê kir ku wê peywendiyên dualî yên di navbera Fransayê û Herêma Kurdistanê de zêdetir bihêz bike û firsendên hevkariyê fireh bike.
Di beşeke din a hevdîtinê de, li ser hewldan û gotûbêjên ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û proseya hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê, nêrîn hatin guhertin.
Hêjayî gotinêye ku birêz Emmanuel Macron Serokê Fransa 29.08.2021 hatibû Herêma Kurdistanê û li rêwresmek da li Firokxaneya Navdewletiya Hewlêrê ji aliyê birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê ve hatibû pêşwazî kirin.