Porbirê Kurd Li Britanyayê Bû Duyemînê Cîhanê

Porbirê Kurd Li Britanyayê Bû Duyemînê Cîhanê

Oct 14, 2025 - 19:42
Oct 14, 2025 - 19:44
Porbirê Kurd Li Britanyayê Bû Duyemînê Cîhanê
Porbirê Kurd Li Britanyayê Bû Duyemînê Cîhanê

Diyarbekir - Kurdistan: 14ê Cotmehê, 2025 – Yahya Gözmek, endamê Desteya Rêveberiyê ya Jûra(Odeya) Porbir(Berber) û Sertaşan a Amedê, di pêşbirka navneteweyî ya porbiriyê de ku li paytexta Îngiltereyê, Londonê, hat lidarxistin, pileya duyemîn a cîhanê bi dest xist.

Ev pêşbirk ku ji aliyê Federasyona Pêşbirkên Navneteweyî ya CMC ve di navbera 11-13ê Cotmehê de hatibû organîzekirin, mêvandariya 800 pêşbirkvanan ji 38 welatan kir.

Di nav 800 Pêşbirkvanan de Serkeftî bû

Tîma EuroCupTurkey, ku wekî Tîma Neteweyî ya EUROCUP-CMC ya Tirkiyeyê tevlî pêşbirkê bû, di rêzkirina tîman de pileya sêyemîn a cîhanê bi dest xist. Lê belê, Yahya Gözmek bi awayekî kesayetî di beşa porbirîna mêr û jinan de serkeftineke mezin tomar kir û bû duyemînê cîhanê.

Ev serkeftina navneteweyî, ji bo Gözmek û pîşeya porbiriyê ya Amedê rûmeteke mezin e.