Dezgeha Rewange Li Hewlêrê "Dîdara Helbestvanan" Lidar Xist
Dezgeha Rewange Li Hewlêrê "Dîdara Helbestvanan" Lidar Xist
Hewlêr – Kurdistan: Dezgeha Rewange îro, 17.01.2026an, li paytext Hewlêrê, di boneyeke niştimanî û zanistî de "Dîdara Helbestvanan" lidar xist. Di dîdarê de Serok û Damezrênerê Dezgeha Rewange, birêz Îdrîs Nêçîrvan Barzanî, ligel gelek helbestvan, nivîskar, edîb û hezkerên wêjeyê ji her çar parçeyên Kurdistanê û kesayetiyên ji pêgehên cuda amade bûn.
Armanca sereke ya vê dîdarê rêzgirtina li serweta helbesta neteweyî ya gelê Kurd, girêdana nifşan bi hev re, teşwîqkirina nifşên îro û dahatû bo nivîsandina helbestê, bilindkirina hişyariya neteweyî û girîngîdayîna bi zimanê dayikê bi rêya helbesta Kurdî bû.
Dîdar bi "Tabloyên Mûzîkî ya Pêkvejiyanê" dest pê kir, ku tê de tîma mûzîkî ya Dezgeha Rewange pêşandaneke zindî ya awaz û deng û mûzîka resen a Kurdî ji her çar parçeyên Kurdistanê pêşkêş kirin.
Paşê, di çarçoveya helbesta hevçerx a Kurdî de, bi zaravayên Soranî, Kurmancî, Hewramî û Kelhurî, helbestên nû hatin xwendin. Di beşeke din a dîdarê de, du mijar li ser pirsgirêka helbestê û berawirdkirineke di navbera helbesta duh û îro de, û herwiha "Dîqqet û Me'na Araî" di helbesta Nalî de hatin pêşkêşkirin.
Di beşa duyemîn a dîdarê de paneleke taybet hat lidarxistin ku ji du lêkolînan li ser helbesta jinên Kurd û hunera helbestê pêk dihat. "Saeta Helbestê" jî babeteke din a dîdarê bû ku tê de helbestvanên ji her çar parçeyên Kurdistanê helbestên xwe yên herî nû pêşkêş kirin. Di dawiyê de, xelatên rêzgirtinê pêşkêşî deh helbestvan û lêkolînerên wêjeyî hatin kirin.
Ev dîdar ne tenê boneke helbestî bû, lê belê boneke wêjeyî, çandî û niştimanî bû ku deng û rengê hemû helbestvanên Kurdistanê li cihekî kom kir û îspat kir ku helbest hîn zindî û bi hêz e li Kurdistanê.
Dezgeha Rewange bi lidarxistina vê dîdarê dubare tekez kir ku ew pabendî parastin û pêşxistina ziman û çanda Kurdî û piştgirîkirina helbestvan û edîbên niştiman e.