Di 6 Mehan de 795 Êrîşên Ajalan li Hewlêrê Hatine Tomarkirin
Di 27-09-2023 de Rêveberiya Xizmetguzarî û Parastina Jîngehê ya Hewlêrê, kampanyaya komkirina kûçikên bêmal ragihand û stargehek taybet ji bo kûçikên bêmal ava kirin.

Di şeş mehên ewil ên îsal de 795 êrîşên ajalan li sînorê parêzgeha Hewlêrê hatine tomarkirin û %20 ji wan ji aliyê ajalan ve yên ku li malan têne xwedîkirin, pêk hatine.
Tîmên komkirina kûçikên bêmal di du salên dawî de nêzîkî 18 hezar kûçik ji taxên sînorê bajarê Hewlêrê kom kirine.
Dr. Berîvan Adnan Yasîn, Rêvebera Karûbarên Parastina Tenduristiyê ya Hewlêrê ji Ava re got: "Di şeş mehên ewil ên îsal de, 795 bûyerên êrîşên kûçikên bêmal û ajelên kedî li sînorê parêzgeha Hewlêrê û rêveberiya serbixwe ya Soranê hatine tomarkirin. Ji wê hejmarê 493 nêr û 266 mê bûn. Bûyer ji Deşta Hewlêrê û Xebatê heta qezaya Çomanê hatine tomarkirin."
Ji wê hejmarê 457 bûyer li sînorê bajarê Hewlêrê bûn, herwiha du kesan ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest dane û %20 ji wan êrîşan, ji aliyê wan kûçik, pisîk û meymûnên ku li malan dijîn, pêk hatine.
Di 27-09-2023 de Rêveberiya Xizmetguzarî û Parastina Jîngehê ya Hewlêrê, kampanyaya komkirina kûçikên bêmal ragihand û stargehek taybet ji bo kûçikên bêmal ava kirin.