Taxên kevnar ên Akrê bi heman şêwazê xwe têne nûjenkirin
Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Akrê bûye paytexta Newrozê û salane hejmareke zêde ya geştyaran serdana wê dikin. Bi nûjenkirina xaniyên dîrokî yên bajarokê, hatina geştyaran ji bo wê deverê dê zêdetir bibe.

Taxên kevnar ên bajarokê Akrê bi heman şêwazê xwe yê klasîk û kevnar têne nûjenkirin û bi rêya pêşandana kelûpel û berhemên geştyarî di wan xaniyan de, derfetên kar ji bo derçûyên beşên geştyarî û hunerên xweşikiyê têne afirandin.
Bajarokê Akrê ligel cîhê xwe yê cografî yê taybet û bedewiya xanî, avahî û kolanên xwe, di heman demê de xwedî dîrokeke dewlemend e û dîroka hinek taxên wê vedigere 700 sal berî niha.
Bi mebesta girîngîdana zêdetir bi aliyê geştyariyê yê Akrê, Rêveberiya Şûnewarê ya Akrê bi hemahengiya ligel Desteya Giştî ya Şûnewarê ya Herêma Kurdistanê, gotûbêj li ser nûjenkirina 50 xaniyên taxên kevn ên bajarokê kiriye ku xwedî şêwazeke avahîsaziyê ya balkêş in, lê ji ber kevinbûna xaniyan pêdiviya wan bi nûjenkirinê heye.
Rêveberiya Şûnewarê ya Akrê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kiriye ku taxên kevnar ên Akrê xwedî dîrokeke kevnar in û pêdiviya wan bi nûjenkirinê heye, lewma biryar hatiye dayîn ku 50 xanî li ser şêwazê xwe yê kevnar û bi heman materyalên ku hatine bikaranîn, bên nûjenkirin û bibin cîhekî geştyarî yê şûnewarî û xelk serdana wan bikin.
Di heman demê de, li nêzîkî taxên kevin, parkeke rawestandina otomobîlan jî ji bo geştyaran tê çêkirin, ji ber ku ew cih bilind e û cihê rawestandina otomobîlan nîne.
Rêveberiya Geştûguzariyê ya Akrê, dide zanîn ku tê payin derfetên kar ji bo derçûyên beşên geştûguzar û hunerên xweşikiyê di nav xaniyên kevnar ên Akrê de biafirîne, bi rêya şarezarkirina wan di çêkirin û pêşandana karên destan û kelûpelên xemilandinê de li cihên dîrokî bi armanca kişandina bala geştyaran. Ji bo vê mebestê, bi hemahengiya ligel Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê û Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ji bo Geşepêdanê (UNDP) û bi alîkariya darayî ya rêxistina USAIDê, dê xulên perwerdehiya pîşeyî yên karê destan di warê berhemên xwemalî û çandî de werin lidarxistin.
Bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Akrê bûye paytexta Newrozê û salane hejmareke zêde ya geştyaran serdana wê dikin. Bi nûjenkirina xaniyên dîrokî yên bajarokê, hatina geştyaran ji bo wê deverê dê zêdetir bibe.