Şikefta Şanederê, Dewlemendtirîn Şûnewara Dîrokî ya li Kurdistanê
di tora Netflixê de bi navê "The Secrets of Neanderthals" (Nihêniyên Neandertalan) hate weşandin, bi awayekî serekî behsa Şikefta Şanederê hatiye kirin û weke yek ji deverên herî dewlemend di wî warî de hatiye destnîşankirin.

Şikefta Şanederê şûnewareke dîrokî ye li Herêma Kurdistanê, dikeve parêzgeha Hewlêrê û ser bi qezaya Mêrgesorê ve ye. Şaneder bi paşmahiyên (bermayiyên) mirovên Neandertal navdar e, di dema borî de gelek hestiyên cûda tê de hatine dîtin ku dibe dîroka wan bigihîje zêdetirî 75,000 hezar sal berî niha.
Paşmahiyên Neandertalan cara yekem di nîveka salên 1950 î de ji aliyê tîmeke Zanîngeha Kolombiyayê ve di wê şikeftê de hatin dîtin. Neh hestiyên pêşîn di navbera salên 1957 û 1961ê de hatin kolandin. Hestiyê dehemîn di sala 2006an de hate dîtin, dema ku şûnewarnasekî hin hestî di kolanê de dîtin ku bi yên din re li hev nedihatin.
Şikefta Şanederê ne cihê yekem bû ku hestiyên Neandertalan lê hatibin dîtin, lê ew cihê yekem bû ku ronî xiste ser şêwazên veşartinê û sedemên mirinê di nav Neandertalan de, ji bilî wan, çand û ramana wan.
Di vedîtina herî nû de, di sala 2018an de, îskeletê jineke Neandertal hate dîtin û di Gulana 2024an de karîn rûyê wê jinûve ava bikin. Ev yek weke yek ji destkeftiyên herî mezin di dîroka lêkolînên li ser mirovên kevnar de tê dîtin.
Di belgefîlma herî nû de jî ku di tora Netflixê de bi navê "The Secrets of Neanderthals" (Nihêniyên Neandertalan) hate weşandin, bi awayekî serekî behsa Şikefta Şanederê hatiye kirin û weke yek ji deverên herî dewlemend di wî warî de hatiye destnîşankirin.