Dilopeke VIZZ dê dawiya berçavkan bîne

Biryare ev dilop li dawiya sala 2025 ê bi awayeke berfireh li bazarên Amerîkayê de li ber dest bibe.

Aug 17, 2025 - 13:33
Dilopeke VIZZ dê dawiya berçavkan bîne

Saziya Xwarin û Dermanan li Amerîka (FDA), muhleta bikaranîna dilopekê da ku dê ji bo 10 demjimêran çareseriya kêşeya nêzîk bînînê bike û bibe cîh girtina berçavkan.

Dilopa bi navê VIZZ ji bo çareserkirina kêmbûna çavan ji ber sedemên bi sal ve çûnê tê bikaranîn. Ev dilop ji aliyê kompanya LENZ Therapeutics hatiye berhemanîn û bi milyonan kes li cîhanê ewên berçavkan bikartînin, dê sûdê jê bibînin.

Ev dilop rojê yekcar tê bikaranîn, maddeyê çalakê Aclidin di nav da heye ku ev madde bîbîka çavan biçûk dike. Bi vê mekanîzmê kûratiya dîtinê zêde dike û bandora wê di demê 30 xûlekan da diyar dibe. her wiha alîkariya çavan dike bi zelalî hemû tiştên nêzîk heta 10 demjimêran bi başî bibîne, bêyî ku  bandorê li ser dîtina ji dûr bike.

Biryare ev dilop li dawiya sala 2025 ê bi awayeke berfireh li bazarên Amerîkayê de li ber dest bibe.