Mamosteyek li Sêrtê: Ez êşa wijdanê dikişînim

Bi kurtasî, armanca fermî ya Dibistanên Herêmî yên Şevînî bi taybetî asîmîle kirin û bişaftina zarokên Kurd û pêkhateyên olî û etnîkiyên dinên li Tirkiyê bûn û ji damezrandina tirkiyê ve heta niha tê bicîhkirin.

Aug 31, 2025 - 19:41
Aug 31, 2025 - 19:51
Mamosteyek li Sêrtê: Ez êşa wijdanê dikişînim

Ez mamosteyekî ji bajarê Giresûnê me ku di navbera salên 1996 û 1999 an de li bajarê Sêrtê li dibistaneke şevînî (Navxweyî - Yatili) xebitiye. Niha 46 salî me. Eslê min Laz e. Û niha jî ez di jiyana xwe ya pîşeyî de çalak im.

Ez ê tiştên ku di wan 3 salan de jiya me, kiryarên me û tiştên ku ji me dihat xwestin ku em bikin, bi êşeke mezin a wijdanî vebêjim; her ku tê bîra min, min xemgîn dike, wijdanê min diêşîne, carinan min digirîne, min di nav poşmaniyê de dihêle.

Xwendekarên dibistana me bi tevahî ji xwendekarên Kurd pêk dihatin. Ji gundên derdorê dihatin. Hin ji wan hîn pir biçûk bûn. Hin ji wan jî mezin bûn. Hin ji wan jî ji hevalên xwe pir mezintir bûn. Ew jî ew bûn ku yên dereng dest bi dibistanê kiribûn…

Piraniya yên ku li gundên xwe dibistana seretayî qedandibûn û ji bo dibistana navîn hatibûn dibistana bi şev û roj, Tirkî nizanibûn. Dema me ji wan re digot hûn çawa bêyî ku Tirkî bizanibin ji dersan derbas bûn, wan nekarî bersivê bidin. Belkî pirsê fêm dikirin lê nedikarîn bilêv bikin.

Ez li dijî her tiştê ku yekparebûna welat, milet û alaya min xera dikir, bûm. Zimanê me Tirkî bû û ji ber vê yekê min ji wan xwendekarên ku Kurdî diaxivîn ango Tirkî nizanibûn nefretê dikir. Carinan min di serê xwe de hesabên tunekirina wan dikir.

Ji me hatibû xwestin û me jî ji bo asîmîlekirina wan her tişt dikir. Lê belê wan ji vê yekê agahî tunebû. Gelek xwendekar hebûn ku ji ber axaftina Kurdî gelek lêdanê dixwarin û ji ber hun kişandinê, têla di gûhên wan de dihatin dirandin û êdî nedikarîn bibihîsin, ji ber lêdanê hinekan hişê xwe winda dikirin, ango eqlê xwe û hevsengiya xwe ji dest didan û dîn dibûn.

Bûyereke ku qet ji bîra min naçe heye. Û her ku tê bîra min, ez pê gelek diêşim. Û bawer bikin dema ez van rêzan dinivîsim, ez digirîm. Min bihîst ku xwendekarekî min ji hevalê xwe re Kurdî got "were were" û dema ez li ser serê derenceyan nêzî wî bûm, min bi hemû hêza xwe lê xist. Ji derenceyan ket û milê wî şikest. Wî jî nizanibû çima min lê xist. Di nava jan û êşê de bi hawar hawar digiriya. Min erebeyek hebû. Min demildest erebe anî û em çûn nexweşxaneyê. Di rê de min jê xwest ku bibêje ez bi xwe ji derenceyan ketim. Min zêde zor nedida wî. Wî jî ji ber ku min pir hez dikir, ev yek qebûl kir û dema doktor jê pirsî çi hat serê te, wî bi nîv Tirkî nîv Kurdî got, dema min bi hevalê xwe re henek dikirim ji derenceyan ketim.

Hemamekî mezin hebû. Û xwendekar li gorî pol û sinifên xwe serê xwe li wir dişûştin. Hemû li heman cîhî. Carinan av sar û cemidî bû, carinan ava germ dihat û ava sar tunebû, carinan jî av ji nişka ve dihat qutkirin û her kes di nav kefê de diman… Dema min dît ew bi vî rengî ji serşokê derdikevin û xwe ziwa dikin, wijdanê min diêşiya, lê ev yek ji aliyê hezkirina min a ji welat û milet re pêşî lê dihat girtin. Min digot ev heq dikin. Min ji xwe re digot, dilê min bi van neşewite. Ji ber ku wisa hatibû hînkirin.

Her roj min li gelek xwendekaran dixist. Tevî ku min li wan dixist, tevî ku min hewl dida wan asîmîle bikim, wan berdewam dikir hez ji min dikirin. Carinan dihatin odeya min û digotin "mamoste em ji te pir hez dikin" û min digot "ger hûn jî gotinên min bikin, ez jî dê hez ji we bikim." Wan min li hemberî tundiya ku min li wan dikir, hez dikirin, lê min hewl dida wan bi hêviya tiştekî ji wan hez bikim.

Niha dema ez li ser vê difikirim, bawer bikin ku ez şerm dikim ku ez mirov im. Daxwazê ji Xwedê dikim ku kesekî ne êxe di nava êşên ku ez niha dikişînim û êşa wijdanê.

Şert û mercên dibistanê pir xirab bûn. Xwarin carinan tunebû, carinan jî di nav xwarinan de kurm, kêzik û hwd. derdiketin. Yên ku ev yek digotin, me li wan dixist û ew êdî dengê xwe nedikirin. Carinan kalorifer nedixebitîn û ode sar û cemidî dibûn. Bawer bikin ku di wê sariyê de, ne tenê razan, lê rawestan jî ne mumkin bû. Hîn jî difikirim, ew çawa di wê sar û seqemê de tehemûl dikirin, ez fêm nakim.

Roja ku tayîna min hat. Dema me xatir xwest, gelek xwendekarên min li paş min wekî ku şînek hebe giriyan. Dibe ku ew dîmen bûn ku min ber bi dîtina mirovatiya xwe ve birin. Min tu carî ew dîmen ji bîr nekirin. Bi salan xwendekarên min ên ku min bi çavê dijmin li wan dinihêrî, zimanê wan qedexe dikir, hewl dida wan asîmîle bikim, zext li wan dikir ku hebûna xwe ji hebûna min re feda bikin, ji ber ku ez ji wan dûr diketim bi hestiyarî digirîn û digotin, "mamoste ji kerema xwe neçin, mamoste ji kerema xwe neçin"… Lê belê, hema berî wê, dema min xatir ji wan xwestibû, min bi dil germî wan hembêz nekiribûn, dema min hembêz dikirin jî, di serê min de hesabên din hebûn.

Û dema min dît ku ew li dû erebeya min digirîn û direvin, min li frena (stop) xist, hemû kîn û nefreta xwe ji dilê xwe derxist. Min got, bila alaya we be, welat jî ya we be, her tişt jî… Û min derî vekir, bi lez û bez vegeriyam, min hemûyan wekî ku ji dilê min bigirta hembêz kirin. Min got ez ji we pir hez dikim. Û pir. Hûn zarokên min û birayên min in. Ez ji we pir hez dikim. Ji kerema xwe min bibexşînin. Hêviya min heye ku hûn mafê xwe helal bikin. Û wekî zarokekî, ez daketim asta wan û bi wan re giriyam…

Wê rojê min fêm kir ku mirovahî ji her tiştî hêjatir e. Wê rojê min fêm kir ku hezkirin çiqas xweş e. Wê rojê min fêm kir ku hezkirina mirovan bêyî ku li reng, ziman, nijada wan binêrin, çiqas bi lezzet û tam e.

Xwezî niha careke din li wan deran erk û peywirek bidana min, xwezî careke din ev fersend bidana min ku ez biçim û ji dil ji wan re xizmetê bikim. Kurdî fêr bibim û dersan bi Kurdî ji wan re vebêjim. Û bêyî ku zarokên xwe cuda bikim, bêyî ku tiştekî li beramber bixwazim, ji wan hez bikim.

Dema min xatir ji xwendekarên xwe xwest, ez pir giriyabûm û niha jî dema ez van rêzan dinivîsim digirîm.

Ez ji hemû xwendekarên xwe û malbatên wan lêborînê dixwazim. Ez dizanim ku li axretê Xwedê wê ji min hesaba tiştên ku min ji wan re kiriye bipirse.

Ji kerema xwe mafê xwe helal bikin…

Ez hewceyê vê yekê me… ez êşa wijdanê dikişînim…

Ev çîroka li jorê eşkere nivîsîna yek ji wan mamosteyeke li Dibistanên Herêmî yên Şevînî (Navxweyî) (YBO) bû. Li hemû xwendingehên li Tirkiyê û bi taybetî li Dibistanên Herêmî yên Şevînî de, zimanê perwerdeyê tenê bi tirkî bû. Ji ber ku zarok bi şev û roj li heman xwendingehê de diman li gor xwendingehên dinên normal û asayî, asîmîlasyon û bişaftin û fêrbûna tirkî li van Dibistanên Herêmî yên Şevînî de zûtir pêkdihat. Dewlet jî di warê bişaftina zarokan de zûtir digihişt encaman, ji ber wê yekê roj bi roj hejmara wan xwendingehan li Bakurê Kurdistanê dihatin zêdetir kirin.

Zarokên ku ji malbatên Kurdî dihatin, li dibistanê rê nedidan ku zimanê xwe bikar bînin û neçar diman tirkî biaxivin. Ev rewş jî dibû sedem ku zarok ji zimanê xwe yê zikmakî û mîrasa xwe ya çandî dûr bikevin.

Her wiha sîstem û pergala perwerdeyê û şêwaza jiyanê ya li dibistanan, ji bo afirandina nasnameyeke tirkî ya yekreng bû. Qadên ku zarok karibin nasnameya xwe ya etnîkî û çandî bijîn hatibûn sînordarkirin û armanc afirandina nasnameyeke yekreng a tirkîtî bû.

Dîsa qutbûna zarokan ji malbatê di temeneke biçûk de û şandina dibistanên şevînî, dibû sedem ku têkiliyên wan ên malbatî qels û lawaz bibin û ji kokên xwe yên çandî qut bibin. Ev rewş bandoreke neyînî li geşedana derûnî ya zarokan jî dikir.

Her wiha polîtîkayên perwerdeya neteweyî YBO beşek ji polîtîkayên perwerdeyê yên "hemwelatîbûn û yekîtiya neteweyî" bûn ku ji destpêka Komara tirkiyeyê ve hatine cîbicîkirin û ev polîtîkayan hêmanên asîmîlasyonîst bi xwe bûn.

Bi kurtasî, armanca fermî ya Dibistanên Herêmî yên Şevînî bi taybetî asîmîle kirin û bişaftina zarokên Kurd û pêkhateyên olî û etnîkiyên dinên li Tirkiyê bûn û ji damezrandina tirkiyê ve heta niha tê bicîhkirin.