Navê xwe ji bîr neke, keça min

Navê xwe ji bîr neke, keça min, û çavê te li xwişka te ya biçûk be; ji wê re bibe dayik.

Aug 31, 2025 - 18:23
Navê xwe ji bîr neke, keça min

Çûyîna dîktatoran ji ser desthilatdariyê û nemana wan bi dehan nameyên nihênî li pey xwe dihêlin. Çûyîna Beşar Esed piştî çend salên desthilatdariyê û wêrankirina zêdetirî nîvê Sûriyeyê, çend çîrokên dil êş li pey xwe hiştin. Yek ji wan jî ew zarokên ku bi zorê ji dê û bavên xwe hatine standin û li zîndan û cihên din navên wan hatine guhertin.

Rojnameya New York Times hûrgiliyên operasyonekê eşkere dike ku çawa malbat bi zehmetiyê re rû bi rû dimînin û zarokên xwe bibînin, ku piraniya wan ên ji dê û bavên xwe veqetandî, bi nihênî li malên bê xwedî hatine danîn.

Dibe ku careke din hev nebînin

Sala 2015an bû, û Leyla di 8 saliya xwe de bû, xwişka wê jî Layan 4 salî bû. Dê û bavê wan li xaleke kontrolê ya nêzîkî Şamê hatin desteser kirin û birin baregeheke nihênî ya îstixbarata asmanî. Ev yek ji adetên Partiya Baas a Esedî bû, ku ji bo desteserkirina kesan baregeh pir dihatin bikaranîn. Leyla neçar ma derewan bike û bibêje: "Apê min serdana me dike." Ev derew diya wê xist rewşeke gelekî xirabtir û qedera wê tarîtir kir.

Navê xwe ji bîr neke

Di demekê de ku rûreşî û îxanet berdewam bû, piştî çend rojên jiyana di bin erdê de û guhdana dengê îşkenceyê, dayik nihêniyekê tal ji Leylayê re dibêje û jê re dibêje ku dê te bibin, dibe ku careke din em hev nebînin. "Layan berpirsiyariya te ye, divê tu ji wê re bibe dayik, navê xwe ji bîr neke." Ev gotinên dawî yên dayikekê bûn ku cegerên wê li ber çavên wê li hember qederek nediyar dibû.

Zarokên girtiyên siyasî rastî zilm û zordariyeke mezin dihatin.

Lêkolînek şeş mehî ku xwe dispêre belgeyên nihênî yên serdema Esedî û hevpeyvînên bi zêdetirî 50 kesan re, wêneyekî tevahî yê sîstema wendakirina zarokan ji aliyê hikûmeta Beşar Esed ve eşkere dike.

Di sala 2013an de, polîsên nihênî yên Sûriyeyê plana wê yekê hebû ku zarokên girtiyên siyasî li malên bê xwedî bi cih bikin. Di nav wan de gelek mal hebûn ku ji aliyê rêxistinên navneteweyî yên neqezenc ve dihatin birêvebirin, ku tê de ji malbatên xwe dihatin veşartin û dihatin teşwîq kirin ku paşeroja xwe ji bîr bikin, û di hin rewşan de navên wan jî dihatin guhertin û ji hin malbatên din re dihatin danîn.

Rêxistinek navên wan bi nihênî li cem xwe hiştin.

Di rapora lêkolînê ya Times ê de hatiye, rejîma berê ya Sûriyeyê zarok şandine neh navendên çavdêriyê ku şeş ji wan girêdayî rêxistina (SOS Children’s Villages International) bûn û baregeha wê ya sereke li Awistiryayê bû.

Belge û hevpeyvîn amaje bi wê yekê dikin ku SOS bi rêya îstixbaratê zarok rasterast ji zîndanên nihênî wergirtine. Paşê, dema polîsên nihênî daxwaz kirine, SOS nav û nasnameyên zarokan bi nihênî li cem xwe hiştine.

Ez naxwazim ji vir biçim.

Piştî sê salan di zîndanê de, Omame, diya Leylayê, di danûstandina dîlanê de hat azadkirin û li SOS bi keçên xwe şad bû. Lê yekgirtin û dîtina wan bi hêsanî nebû. Layan heft salî bû û diya xwe nas nedikir û diqîriya: "Ez naxwazim ji vir biçim, ez diya xwe ya Reşa dixwazim."

Hîn qedera hezaran zarokan nediyar e.

Hikûmeta nû ya Sûriyeyê komîteyek ji bo şopandina qedera zarokan ava kiriye. Niha bi kêmî ve 314 zarok hatine tomar kirin ku di wan malên bê xwedî de hatine dîtin. Raghda Zeydan, seroka komîteyê ye, guman hene ku rêje gelek zêdetir be.

Niha piraniya wan malbatên ku zarokên xwe dîtine li derveyî Sûriyeyê dijîn û hîn birînên wan ji nivîsînê kûrtir in û nehatine derman kirin. Lê qedera hezaran zarokên din hîn nediyar e û dê û bavên wan hîn bi hêvî ne ku careke din bi wan şad bibin.