Ali Karduxos: Îran Li Dijî Îsraîlê Füze Diavêje Lê Ji Qirkirina Kurdan Li Sûriyê Bêdeng Dima, Sedem Antî-Kurdîzm e

Ali Karduxos: Îran Li Dijî Îsraîlê Füze Diavêje Lê Ji Qirkirina Kurdan Li Sûriyê Bêdeng Dima, Sedem Antî-Kurdîzm e

Jan 13, 2026 - 10:50

Atîna - 12ê Çileya Paşîn, 2026 – Nivîskar û şirovekarê siyasî Ali Karduxos di daxuyaniyên xwe yên di 12ê Çileya Paşîn a 2026an de li Atînayê, rexneyên tund li siyaseta Îranê kir û îdîa kir ku li Rojhilata Navîn, Fars, Tirk û Ereb çiqasî antî-semîtîk bin, ewqasî jî antî-Kurd in.

Karduxos destnîşan kir ku Îran, tevî ku heta cîranê Îsraîlê jî nîne, bi gotina ku "misilmanên Ereban ên Fîlîstînî tên qetilkirin" bi sedan û bi hezaran fuzeyî avêt ser Îsraîlê. Lê belê, dema ku Kurd – yên ku hem misilman in û hem jî zimanekî Hînd-Ewropî wek Farsan diaxifin – li Şamê hatin qetilkirin, Îranê fuzeyek tenê jî neavêt Suriyê.

Li gorî Ali Karduxos, sedema vê helwesta dualî ew e ku "Em [Kurd] ji Farsan (Îranê) nêzîktir in ji Fîlîstîniyan û tevî ku em ji aliyê ziman ve jî xizm in, helwest neguherî." Wî ev yek vegerand ser wê baweriyê ku "Li Rojhilata Navîn, Fars, Tirk û Ereb çiqasî antî-semîtîk bin, ewqasî jî antî-Kurd in."

Karduxos herwiha diyar kir ku piştî Şerê Cîhanî yê Duyemîn û damezrandina Dewleta Îsraîlê di sala 1948an de, "antî-semîtîzma li Almanyayê derbasî Rojhilata Navîn bû û di dil û mêjiyê her Tirk, her Ereb û her Farsî de bi cih bû."