NY: Li Siwêdayê 2 bijîşk hatin kuştin

Jul 28, 2025 - 16:15
Jul 29, 2025 - 16:16
NY: Li Siwêdayê 2 bijîşk hatin kuştin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê piştrast kir ku ji ber tundûtûjiyên dawî yên li parêzgeha Siwêdayê 5 êriş li dijî sektora tenduristiyê hatine kirin û di encamê de 2 bijîşk hatine kuştin.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ragihand ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê piştrast kiriye ku di tundûtûjiyên dawî yên li parêzgeha Siwêdayê de "5 êriş li dijî sektora tenduristiyê hatine kirin."

Dujarric da zanîn ku di êrişan de 2 bijîşk hatine kuştin û ambulans jî bûne hedef.

Di heman demê de Ofîsa Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî li ser rewşa "karesatbar" a parêzgeha Siwêdayê ya li başûrê Sûriyeyê hişyarî da.

Ofîsê ragihand ku tundûtûjiyên dawî bûne sedema koçberbûna 175 hezar kesî û kuştina bi sedan kesên din ku di nav de jin, zarok û karmendên tenduristiyê jî hene.

Ofîsê got, "Hefteyên borî bibîranîneke tal bûn ku Sûriye ne tenê yek ji qeyranên herî mezin ên mirovî yên cîhanê ye, di heman demê de rûbirûyî tundûtûjî û şokên rewşê jî bûye ku pêdiviyên welêt zêdetir dikin."

Wekî ku Ofîsa Kar û Barên Mirovî amaje pê dike, ziyaneke mezin gihiştiye binesaziya avê ya Sûriyeyê û dabînkirina avê qut bûye.

Pevçûnên li Siwêdayê ku 13ê Tîrmehê dest pê kiribûn, di destpêkê de di navbera çekdarên Durzî û Erebên bedewê de bûn.

Lê li gorî şahid, pispor û çavkaniyên xwecihî, hêzên hikûmetê ji bo berjewendiya Erebên bedewî destwerdan kiriye.

Agirbestek roja yekşema borî ketibû meriyetê, ev yek jî piştî ku çekdarên bedewî ji bajarê Siwêdayê vekişiyan û hêzên hikûmetê li beşeke parêzgehê hatin bicihkirin.

Çavkanî: Rûdaw