Îtalya Ciwanên Hewlêrê Ji Bo Bazara Kar Amade Dike
Îtalya Ciwanên Hewlêrê Ji Bo Bazara Kar Amade Dike
Rêveberiya Perwerdehiya Pîşeyî ya Hewlêrê bi hevkarî digel hêzên Îtalyayê, du dewreyên perwerdehiya kirdarî di warên "girêdana panelên enerjiya rojê" ji bo mêran û "dirûtin" ji bo jinan ragihand; armanc ew e ku ji bo ciwanên bêkar derfetên kar peyda bikin.
Ev pêngav beşek ji hewldanên navneteweyî ye ku rêya ciwanan ber bi sektora taybet ve biguhezînin û wan perwerde bikin li ser pîşeyên destî. Bi taybetî di warê "sîstema solar" de ku niha li Herêma Kurdistanê daxwazek zêde li ser heye.
Dewre dê mehekê bidome û beşdar dê rojane çar saetan perwerdehiyê bistînin. Kesên ku niştecihên Herêma Kurdistanê ne, herwiha kesên xwedî pêdiviyên taybet, penaber û koçber jî dikarin beşdarî dewreyan bibin.
Rêveberiya Perwerdehiya Pîşeyî ragihandiye ku beşdarên vê dewreyê, dê bi awayekî kirdarî li ser makîneyên dirûtinê û panelên enerjiya rojê bên perwerdekirin. Herwiha dê bi awayekî pîşeyî fêrî kar bibin û dê xeletiyên hevpar, çawaniya tamîrkirina wan û ewlehiya pîşeyî fêr bibin.
Şert û mercên qeydkirinê ji bo beşdarbûna van perwerdehiyên pîşeyî ev in:
Beşdar divê di navbera 18 û 45 salî de be.
Beşdar divê ne karmend û ne jî xwendekar be.
Beşdar divê di hemî rojên dewreyê de amade be, ji bilî rojên betlaneya fermî.
Beşdar divê bêkar be.
Ciwanên ku xwedî daxwaza beşdarbûnê ne, divê di rojên 18 û 19 vê mehê de ji bo çavpêketinê serdana Rêveberiya Perwerdehiya Pîşeyî ya Hewlêrê bikin. Beriya wê jî divê bi rêya lînka fermî ya Wezareta Kar û Karûbarên Civakî formê elektronîk dagirin.
https://kar.molsa.gov.krd/Login?returnUrl=/.../e9981fb6-2232-4f2b-8c67...%22