Serokê Nivîsîngeha Serokê Herêmê û Konsolosê Giştî yê Tirkiyê têkilî û rewşa herêmê gotûbêj kirin.
Serokê Nivîsîngeha Serokê Herêmê û Konsolosê Giştî yê Tirkiyê têkilî û rewşa herêmê gotûbêj kirin.
Îro çarşem, 25/02/2026, birêz Dr. Nûrî Osman, Serokê Nivîsîngeha Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwaziya birêz Arman Topçu, Konsolosê Giştî yê Tirkiyê li Herêma Kurdistanê, kir.
Di hevdîtinê de, ji bilî tekezkirina li ser berdewamiya têkiliyan û awayê pêşxistina hevkariya hevbeş di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de di warên curbecur de, çend mijarên têkildarî rewşa navxweyî, Iraqê û herêmê hatin gotûbêjkirin.
Di mijara navxweyî de, hewldanên ji bo çalakkirina Parlemena Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin pêşkêşkirin; derbarê rewşa siyasî ya Iraqê de, ew qonaxên destûrî yên ji bo temamkirina pêvajoya hilbijartina serokkomar û erkdarkirina berbijarê serokwezîran pêwîst in, hatin gotûbêjkirin, di vê derbarê de her du alî li ser girîngiya lihevkirin û lihevhatina niştimanî ji bo derbaskirina qonaxê, hevbîr bûn.
Nirxandina rewşa herêmî û pêşveçûnên wê, beşeke din ê gotûbêjên hevdîtinê bû, tê de nerîn di derbarê rûdan û guherînan û encamên wan li ser herêmê, de danûstandina bîr û ramanan kirin.