Patata û Kartolên Qaçax Bandorê li ser Bazara Kartolên Kurdistanê Kiriye
Berhema salane ya kartolên Herêma Kurdistanê di navbera 600 hezar û 650 hezar tonî de ye. Ev hejmar pêdiviya navxweyî ya Kurdistanê dabîn dike û beşek jê jî ji bo derveyê Kurdistanê tê hinardekirin.
Ji derveyê welat anîna patata û kartolên qaçax ji welatê Îranê, bandorê li ser nirx û bazara kartolên navxweyî ya Kurdistanê kiriye.
Li Herêma Kurdistanê anîna kartolên xwarinê bi her awayî qedexe ye, ji ber ku berhema kartolan ji pêdiviya navxweyî zêdetir e û beşek jê jî tê hinardekirin.
Cotkar ji anîna kartolan bi rêyên qaçax ji welatê Îranê ve dilgiran in û behs dikin ku kartol bi rêya deriyê sînorî yê Başmaxê têne anîn, û vê yekê bandorê li ser bazara kartolên navxweyî kiriye.
Hêmin Seîd Murad, Rêveberê Giştî yê Çandiniyê yê Hewlêrê, ji Ava Newsê re ragihand: "Em cotkaran û xwediyên nivîsîngehên firotina sewze, şînkatî û fêkiyan agahdar dikin ku li her cihê kartolên qaçax dîtin, bila bi me re peywendî û têkiliyê daynin, em ê demildest rêkarên yasayî û îdarî li ber bigrin."
Berhema salane ya kartolên Herêma Kurdistanê di navbera 600 hezar û 650 hezar tonî de ye. Ev hejmar pêdiviya navxweyî ya Kurdistanê dabîn dike û beşek jê jî ji bo derveyê Kurdistanê tê hinardekirin.