Li Amerikayê piştgiriya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dikin

Di semînarekê de li Amerîkayê daxwaz ji Revenda Kurdî tê kirin ku piştgiriya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bikin

Aug 13, 2025 - 14:05
Aug 17, 2025 - 14:07
Li Amerikayê piştgiriya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dikin

Nûnertiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Amerîkayê, roja Yekşemê 10.08.2025 an, li Washingtonê, semînerek bi ser navê “Di Siya Çiyayan de, di bin Ronahiya Dîrokê de, Rola Jinê di Civaka Kurdî de” li dar xist.

Di paneleke vê semînarê de, Trîfa Ezîz, Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Amerîkayê, behsa pêgeha jinên Kurd di qada siyasî û hikûmraniyê de kir. Wê diyar kir ku çawa Hikûmeta Herêma Kurdistanê hewl daye pêgeha jinê bilind binirxîne û wekî mêran derfet ji jinan re jî bê dayîn ku di hikûmraniyê de beşdar bibin.

Şahîn Mafî, Seroka Rêxistina Aza, yek ji wan panelîstên din bû ku behsa girîngiya perwerde û xwendinê ji bo jin û keçan kir. Her wiha Tara Ezîzî, weke parêzerekê, ji aliyê yasayî ve behsa dadwerî û newekheviyê di civakê de kir.

Xûnav Emîn, Nûnera Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Amerîkayê, wekî amadekara semînarê, ji bilî ku ronî xiste ser rola jinê di civaka Kurdî de, her wiha behsa kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di heyama bîst salên borî de kir. Wê xêrxwaz û revenda Kurdî teşwiq û handa ku alîkarî û piştgiriya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bikin, ji bo ku sazî bikaribe berdewamiyê bide karên xwe yên mirovî û xêrxwaziyê yên ku li Kurdistanê û wan welatên din ku kar tê de dike.