Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî pêşwaziya 3.000 ziyaretkaran kir
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) Xizmetên Berfireh Pêşkêşî Ziyaretkarên Çileya Îmam Husên Dike
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, Parêzgarê Hewlêrê û Serkonsolosê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê, rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di pêşwazîkirina ziyaretkarên çileya Îmam Husên û asta xizmetên wan bilind dinirxînin.
Bi amadebûna birêzan Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, Umêd Xoşnaw, Parêzgarê Hewlêrê û Feramerz Esedî, Serkonsulê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê û Mesûd Batêlî, Serokê Lijneya Bilind a Pêşwazîkaran û hejmarek ji berpirsên hikûmî û medenî, roja Pêncşemê 07.08.2025 an kongreyeke rojnamevanî ya taybet bi hatina ziyaretkaran ji bo beşdarî di merasima şîna çileya Îmam Husên de li Pêşangeha Navdewletî ya li Parka Şehîd Samî Ebdulrehman li Hewlêrê birêve çû.
Destpêkê birêz Feramerz Esedî, Serkonsulê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê, di daxuyaniyekê de ji bo medyakaran, ligel bixêrhatina amadebûyan, spas û pêzanînên xwe ji bo Hikûmeta Herêmê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, polîs, asayîş û rêveberiyên veguhestin û tenduristiyê ji bo hêsankarî û dabînkirina xizmetguzariyan anî ziman. Wekî ku behs kir, ji 85 welatan ji bo beşdarbûna merasima çileya Îmam Husên serdana Iraqê dikin û ji wê hejmarê pênc welat, tevî Îranê, bi rêya sînorên Herêma Kurdistanê serdana bajarên pîroz ên Iraqê dikin û ev sala çaran e ku deriyê Hacî Omeran ji bo hatin û çûna wan hatiye destnîşan kirin. Her wiha got: “Divê em berî her kes û aliyekî spasiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bikin, ku mêvandariya ziyaretkaran dikin. Îro Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li vê derê (Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê li Parka Şehîd Samî Ebdulrehman) pêşwaziya ziyaretkarên pênc welatan dike”.
Serkonsulê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê, di dirêjahiya axaftina xwe de, spas û pêzanînên xwe yên taybet pêşkêşî rêzdaran cenabê Serok Barzanî, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku “bi hemû îmkanên hikûmî û hizbî” mêvandariya ziyaretkarên Îmam Husên dikin. Wî ev yek jî anî ziman ku rêzdar Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê, lêçûna veguhastina ziyaretkaran (hatin û veger) ji sînorê Hacî Omeran girtiye ser xwe. Ji ber vê yekê spasiyeke taybet li cenabê wî kir. Her wiha rola birêz Umêd Xoşnaw, Parêzgarê Hewlêrê û sazî û dezgehên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo hemû hêsankariyan ji bo sefera ziyaretkaran bilind nirxand û spasiya wan kir.
Wekî ku Serkonsulê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê behs kir, heta dema daxuyaniya wî, zêdetirê 65,000 ziyaretkar ji sînorê Hacî Omeran derbasî Herêma Kurdistanê bûne û tekez jî li ser wê yekê kir ku heta niha rûbirûyî ti kêşe û astengiyan nebûne. Wî mizgînî da ziyaretkaran ku ji bo otobûsên Herêma Kurdistanê yên ku ziyaretkaran vediguhêzin, ciheke li nêzîkî Kerbelayê hatiye destnîşan kirin, da ku di dema vegerê de rastî ti kêşeyan nebin.
Piştre birêz Umêd Xoşnaw, Parêzgarê Hewlêrê, ligel bixêrhatina amadebûyan, behsa wê yekê kir ku ev sala çaran e ziyaretkar ji deriyê Hacî Omeran tên Hewlêra paytext û di salên borî de ezmûnên baş hatine wergirtin û îsal bi awayekî gelek baştir xizmeta wan ziyaretkaran tê kirin ku ji Hewlêrê serdana bajarên pîroz ên Iraqê dikin. Her wiha got: “Em li Hikûmeta Herêma Kurdistanê û li ser hemû astan, bi taybetî di bin rasparde û rênimayiyên cenabê Serok Mesûd Barzanî de, ku ji destpêka vê pêvajoyê ve ferman kir ku divê bi her awayî be, xizmeteke baş pêşkêşî ziyaretkarên hêja bê kirin. Salane ev pêvajo bi piştgiriya cenabê Serokê Herêma Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Barzanî û cenabê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêzdar Mesrûr Barzanî, ligel hemû aliyên pêwendîdar û her wiha piştgiriya berdewam a cenabê Wezîrê Navxwe û tîma Wezareta Navxwe, sedemeke bingehîn e ku em bikaribin bi awayê herî baş di xizmeta wan hezkirî û ezîzan de bin”.
Parêzgarê Hewlêrê balkişand li ser wê yekê ku pêvajoya pêşwazîkirina ziyaretkaran bi serpereştiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî birêve diçe û Navenda Hevahengiya Qeyranan bi hevahengî ligel Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dê di xizmeta wan hezkirî û ezîzan de bin. Wî got: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, wek her carê li Herêma Kurdistanê nasnameya aliyê mirovî yê xelk û axa Herêma Kurdistanê nîşan dide, di vê pêvajoyê de jî careke din roleke wan a pir girîng heye û em piştgiriya wan dikin û destxweşiyê li wan dikin û hevparê wan in, da ku ev kar bi awayekî baş birêve biçin”.
Parêzgarê Hewlêrê, di dawiya axaftina xwe de, niza û dua kir ku, “Xwedayê mezin dua, nîza û îbadetên ziyaretkaran qebûl bike û bi silametî vegerin cihên xwe”.
Piştre birêz Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, piştî bixêrhatina amadebûyan, got: ”Em kêfxweş in ku îro wekî Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, erkeke din a xwe bi cih tînin. Ji roja damezrandina vê saziyê ve di bin fermanên cenabê Serok Barzanî de, em hatine raspardin ku di boneyên olî û neteweyî de hebûneke me ya baş hebe û bi her awayî xizmetguzariyê pêşkêş bikin”. Her wiha got: “Ew roj di bîra me de ne ku xelkê me ji ber karesatên ku bi serê wan de hatin, berê xwe dan welatê cîran Îranê. Ji bilî dewletê, xelkê jî bi dilovaniyeke mezin pêşwazî li me kirin. Îro em spasiya Xwedayê mezin dikin ku ev derfet û şiyan daye me da ku em beşek ji erkên xwe bi cih bînin”.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ligel bilind nirxandina hemû hevahengiyê ligel aliyên pêwendîdar, kêfxweşiya xwe anî ziman ku bi piştgiriya sermayedar û bazirganên xêrxwaz ên ku her dem piştgiriya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kirine, karîne bi destekî tijî di xizmeta ziyaretkaran de bin. Di dawiya gotinên xwe de jî dua kir ku ew ziyaretkarên birêz karibin erkên xwe yên olî bi cih bînin û Xwedayê mezin dua û îbadetên wan qebûl bike”
Di beşa dawî ya kongreya medyayî de, birêz Mesûd Batêlî, Serokê Lijneya Bilind a Pêşwazîkaran, di bersiva pirsa medyakaran de, balkişand li ser wê yekê ku heta niha 65,000 ziyaretkar ji sînorê deriyê Hacî Omeran re derbas bûne, ku serdana cihên pîroz ên Kerbela û Necefê dikin. Her wiha diyar kir ku hemû ziyaretkar ne Îranî bûne û nêzîkî % 20 ji wan ji welatên din hatine. Wî her wiha eşkere kir ku hatin û vegera ziyaretkaran dê heta 19.08.2025 an berdewam bike.
Her di çarçoveya pêşwazîkirina ziyaretkaran ji bo beşdarbûna merasima çileya Îmam Husên li bajarên pîroz ên Kerbela û Necefê de, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî şîvek ji bo zêdetirî 3.000 ziyaretkaran amade kir.
Birêz Îsmaîl Ebdulezîz, Endamê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û serpereştê tîmên saziyê ji bo pêşwazîkirina ziyaretkaran, da zanîn ku ev xizmetguzarî di çarçoveya bernameyeke taybet de tên cîbicîkirin. Di derbarê heman mijarê de got: “Îro Pêncşemê, 07.08.2025 an, komek ji berpirsên payebilind serdana cihê bêhnvedana ziyaretkarên çileya Îmam Husên li Pêşangeha Navdewletî ya Hewlêrê kirin ku ji birêzan Mûsa Ehmed – Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, Umêd Xoşnaw – Parêzgarê Hewlêrê, Feramerz Esedî – Serkonsulê Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê, Mesûd Batêlî – Serokê Lijneya Bilind a Pêşwazîkaran û hejmarek ji berpirsên hikûmî û medenî pêkhatibûn û piştî bidawîbûna serdana hemû beşên xizmetguzariyên curbecur li cihê bêhnvedana ziyaretkaran, ew beşdarî şîveke taybet bûn, ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo zêdetirî 3.000 ziyaretkarên birêz amade kiribû. Ev şîv nîşana pêşwazî û rêzgirtina xelkê Kurdistanê ji mêvanên birêz re bû”.
Di derbarê cureya xizmetguzariyan jî got: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, bi hevahengî ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi palpiştiya xêrxwazên birêz, xizmetguzariyên curbicur ji bo ziyaretkaran dabîn kiriye, ku xwarin û vexwarin, cihê bêhnvedanê, çareseriya pizîşkî û hawarçûna destpêkî û hêsankarî û rêkxistina geştên ziyaretkaran di nav xwe de digire. Ev destpêşxerî jî di çarçoveya berdewamiya siyaseta piştgiriya ziyaretkar û mêvanên olî de hatiye, ku nîşana baweriya kûr a xelkê Kurdistanê bi pêkvejiyan û rêzgirtina ji bîr û baweriyên olî û mezhebî ye”.