Putin jî daxwaza zimanê fermî dike
Vladimir Putin: Ji bo rawestandina şerê li Ukraynayê, merc e zimanê Rûsî bibe zimanê fermî yê Ukraynayê
Ji bo bi dawî anîna şerê sê salan ê li gel Ukraynayê, Serokê Rûsyayê yek ji mercên xwe eşkere dike û dibêje: Divê zimanê Rûsî li Ukraynayê bibe zimanê fermî.
Ji bo bi dawî anîna şerê sê salan ê di navbera Rûsya û Ukraynayê de, roja înê her yek ji Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li Alaskayê civiyan. Di vê civînê de Pûtîn çend mercên xwe pêşkêş kirin û yek ji wan mercan jî tê eşkere kirin.
Li gor zanyariyên ku hatine bidestxistin, rojnameya New York Times a Amerîkî eşkere dike ku yek ji mercên Pûtîn ji bo rawestandina şer, ew e ku zimanê Rûsî bibe zimanê fermî û Dêrên Ortodoks ên Ukraynayê bêne parastin.
Li Ukraynayê dijayetiyeke mezin li hemberî Dêrên Ortodoks û kesên ku bi zimanê Rûsî diaxivin tê kirin, bi sedan Dêr hatin girtin û bi hezaran keşe jî hatine desteser kirin. Ev yek li gorî wê yasaya ku Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy di 23-09-2024 an de îmze kiribû, ku wekî mezintirîn dijayetiya olê di dîroka nû ya Ukraynayê de hatibû bi nav kirin.