Maxim Rubin û Sefîn Dizeyî lûtkeya Alaskayê nirxandin
Di beşeke din a hevdîtinê de, gotûbêj li ser rewşa Rojhilata Navîn û bi taybetî li Iraq û Sûriyê hate kirin.
Li gor daxuyaniyeke li rûpela fermî ya Konsulê Giştî yê Federasyona Rûsyayê li Hewlêrê li ser tora civakiya facebookê hatiye belav kirin, îro roja 17ê Tebaxê, hevdîtinek di navbera Konsulê Giştî yê Federasyona Rûsyayê li Hewlêrê Maksîm Rûbîn û Berpirsê Pêwendiyên Derve yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî de pêk hat.
Di civînê de, derbarê hejmarek mijarên girîng ên rojeva navdewletî de danûstandina bîr û ramanan kirin. Her wiha, pirsa çareserkirina krîza Ukraynayê bi berçavgirtina lûtkeya Alaskayê ya di 15 ê Tebaxê de di navbera Rûsya û Amerîkayê de hate gotûbêj kirin.
Di beşeke din a hevdîtinê de, gotûbêj li ser rewşa Rojhilata Navîn û bi taybetî li Iraq û Sûriyê hate kirin.