Pîr Deyan: Hikûmeta Iraqê Alîkariya Koçberên Şingalê Nake

Rêveberê Koç û Koçberan ê Dihokê: Hikûmeta Iraqê Piştgiriya Koçberên Şengalê Nake, Kêmasiyên Giran Hene

Sep 18, 2025 - 13:57
Pîr Deyan: Hikûmeta Iraqê Alîkariya Koçberên Şingalê Nake
koçberên Şingalê

Dihok - Kurdistan: Pîr Deyan Cefer, Rêveberê Koç û Koçberan li Dihokê, îro18ê Îlona 2025 an Pêncşemê di daxuyaniyeke taybet de ji bo navenda nûçeyan Sema re ragihand ku Hikûmeta Federal a Iraqê di alîkariya koçberên Şingalê de çi hewlekê nade û kêmasiyên berçav di hemû sektorên kampan de hene.

Pîr Deyan Cefer destnîşan kir ku rewşa heyî li kampan bi kêmasiyên mezin re rûbirû ye û "heta niha Hikûmeta Iraqê ya Federal tu alîkarî û piştgiriyek ji bo van koçberan nekiriye." Wî bi zelalî anî ziman ku "tenê di tevahiya vê salê de yek pakêtek erzaqê ji bo mehekê dabeş kiriye."

Rêveberê Koç û Koçberan amaje bi kêmbûna piştgiriya rêxistinên navneteweyî jî kir û got, "bi taybetî piştî biryara Serokê Amerîkayê ku bandoreke pir mezin li hemû rêxistinan kiriye, alîkarî kêm bûne."

Cefer dubare kir ku ji bo vegera ewle ya koçberan, pêwîst e zext li ser Hikûmeta Federal bên kirin. Wî tekez kir ku divê "rêkeftina Şingalê ya ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatiye îmzekirin, bê cîbicîkirin, ji ber ku tenê ev rêya çareserî ye ji bo vegera wan ya bi ewlehî de."

Her çend yanzdeh sal di ser jenosîda Êzîdiyan re derbas bûbin ku ji aliyê rêxistina terorîst DAÎŞê ve hat kirin, hîn jî bi hezaran koçberên Şingalê di rewşeke perîşan de li kampan li sînorê parêzgeha Dihokê dijîn.

Li gorî amarên Rêveberiya Koç û Koçberan li Dihokê, nêzîkî 280 hezar koçberên Şingalê li kampan bi cih bûne û ji ber nebûna xizmetguzarî û ewlehiyê li Şingalê nikarin vegerin deverên xwe.