Karsaz û Bazirganên Kurdistanê Dibin Xwediyê Karta Bazirganî ya QI
Endamên Jûra (Odeya) Bazirganî ya Hewlêrê Dikarin Bibin Xwediyên Karta Bazirganî ya QI
Hewlêr - Kurdistan: 18ê Îlona 2025an – Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê îro ragihand ku endamên wê êdî dikarin bibin xwediyên Karta Bazirganî ya QI, di pêngaveke nû de ji bo pêşxistina sektora bazirganî ya herêmê.
Ev ragihandin di civînekê de hat kirin ku îro Pêncşemê, di navbera Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê, Geylan Hacî Seîd, û Serokê Hawirde(Îthalat) û Henardekarên (Îxracatkerên) Kurdistanê, Mistefa Şêx Ebdulrehman, û şanda pê re ya Karta QI de pêk hat. Di civînê de, Xelîl Goran û Kameran Mihemed Salih, endamên Encumena Rêveberiya Jûrê jî amade bûn.
Şanda mêvan a Karta QI, ku ji rêveber û hinek karmendên şaxa Hewlêrê pêk dihat, li ser kar û çalakiyên xwe yên derbarê Kartê de axivî. Wan destnîşan kir ku niha bêtir girîngiyê didin pêşxistina karûbarên xwe li Herêma Kurdistanê.
Di çarçoveya vê girîngîdayînê de, şanda mêvan ragihand ku wek pêngaveke nû û ji bo zêdetir xizmetkirina kerta bazirganiyê, endamên xwediyê nasnameya Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê dê karibin bibin xwediyên Karta Bazirganî ya QI.
Serokê Jûrê, Geylan Hacî Seîd, piştgiriya xwe ji bo vê însiyatîfê anî ziman û destxweşî li şanda Karta QI kir. Wî her pêngavek ku armanca wê xizmetkirina sektora bazirganî û aborî ya Herêma Kurdistanê be, erê kir û piştgirî da.