Serok Nêçîrvan Barzanî Pîrozbahiyê Li Kakeyiyan Kir

Jan 3, 2026 - 18:51
Serok Nêçîrvan Barzanî Pîrozbahiyê Li Kakeyiyan Kir

Bi germî û ji dil hatina cejna Sê Şeva Yaran Qewltasê li hemû xwûşk û birayên Kakeyî (Yarsanî) li Herêma Kurdistanê, Iraqê û cîhanê pîroz dikim. Hêvîdar im cejneke aram û pir li xweşî û bextewariyê derbas bikin.

Welatiyên me yên Kakeyî wek pêkhateke resen û kevnar a vî welatî ne, her dem bûne mînakeke bedew a lêborînî, aştîxwazî û welatparêziyê. Di dirêjahiya dîrokê de, tevî astengî û zehmetiyan, wan nasname, ol û çanda xwe parastine û di parastina Kurdistanê de qurbaniyê dane.

Di vê helkeftê de, em hemû welatiyên xwe yên Kakêyî piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê wekî her dem dê bibe warê aram ê bi hevre jiyanê û sêwana komkirina hemû pêkhateyan. Em ê di piştgirîkirina mafên wan û parastina taybetmendiyên wan ên olî û civakî de berdewam bin.

Cejna Qewltasê li hemûyan pîroz be, her sal bi xweşî û bextewarî.

Nêçîrvan Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
03.01.2026