Xwepêşanderên Hewlêrê li ber Konsulxaneya Amerîkayê Civiyan

Xwepêşanderên Hewlêrê li ber Konsulxaneya Amerîkayê Civiyan

Jan 20, 2026 - 09:03
Xwepêşanderên Hewlêrê li ber Konsulxaneya Amerîkayê Civiyan
Xwepêşanderên Hewlêrê li ber Konsulxaneya Amerîkayê Civiyan

Îro Sêşemî 20ê Çileya Paşîn a 2026an, pêleke berfireh a xwepêşandan û nerazîbûnan bajarên Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê û welatên diyasporayê girt, Kurdistanî bi yekdengî herikîn ser caddeyan û daxwaza rawestandina yekser a êrîşên hikûmeta Şamê li ser Rojavayê Kurdistanê kirin, herwiha daxwaz ji civaka navneteweyî kirin ku êdî li hember wan êrîşan bêdeng nemînin û sînorekî ji hewldanên paqijkirina nijadî ya gelê Kurd re deynin.

Li bajarê Hewlêrê, xwepêşandaneke pir berfireh li ber konsolxaneya giştî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hat lidarxistin. Xwepêşanderan bi bilindkirina ala Kurdistanê û gotina dirûşmeyên dijî zordestiyê, nerazîbûneke tund li hember bêdengiya Washington nîşan dan, wan tekez kir ku pêwîst e Amerîka wek hêzeke bibandor rê li ber wê komkujiyê bigire ku hikûmeta Sûriyê li dijî welatiyên sîvîl li Rojava dest pê kiriye.

Herwiha li bajarê Zaxoyê, cemaeteke zêde herikîn ser caddeyan û bi dirûşmeyên serkeftin û yekbûna gelê Kurd, piştgiriya xwe ji bo birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê dûpat kirin, xwepêşanderan bi gotina dirûşmeya 'Îro roja me ye', peyama berxwedanê ji bo şervanan û xelkê deverên lêxistî şandin û ragihandin ku gelê Kurd li hemû parçeyan yekdeng û yekhelwest e li hember her gefeke ku li ser axa wê bê kirin.

Ev pêla nerazîbûnê bajarên Dihok, Ranye, Xaneqîn û Kelar jî girt, ku tê de li ser parastina destkeftiyên gelê Kurd û rêgirtina li vegera teror û zordariyê hat tekez kirin, di asta navneteweyî de jî, civata Kurd a li diyasporayê, bi taybetî li bajarê Bochum li Almanyayê, civînên nerazîbûnê lidarxistin û daxwaz ji hikûmetên Ewropayê kirin ku zextê li ser Şamê bikin ji bo rawestandina êrîşên wê yên leşkerî.

Ev xwepêşandana girseyî di demekê de ye ku herêmên Kurdî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûbirûyê êrîşên giran ên tank û topavêjên artêşa Sûriyê û komên çekdar bûne, ku metirsiya karesateke mirovî û koçberiyeke girseyî jê tê kirin, Kurdistanî bi rêya van xwepêşandanan peyameke zelal ji Neteweyên Yekbûyî re şandin ku parastina gelê Kurd li hember jenosîd, berpirsiyariyeke mezin a exlaqî û yasayî ye û divê neyê paşguh kirin.