Pêşmerge bi delaltirîn û nirxtirîn semyana gelê me ye

Pêşmerge bi delaltirîn û nirxtirîn semyana gelê me ye

Mar 24, 2026 - 16:26
Pêşmerge bi delaltirîn û nirxtirîn semyana gelê me ye
Pêşmerge bi delaltirîn û nirxtirîn semyana gelê me ye

Peyamek ji Serok Barzanî 

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Gelek bi tundî wê êrîşa ku berbanga îro bi mûşekên Îranî li ser baregehên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê hate kirin, şermezar dikim. Mixabin, di encamê de çend Pêşmergeyên leheng şehîd û hejmareke din jî birîndar bûn. Sersaxî û hevxemiyên xwe pêşkêşî malbatên şehîdên wê êrîşa neheq dikim û xwe hevbeşê xemên wan dizanim û hêviya şifa û başbûneke lezgîn ji bo birîndaran dixwazim.

Ew êrîşeke dijminane ye û ti hincetekê nagire. Ji bo çendemîn car e ku ev cure êrîş bêyî guhdana prensîbên cîrantiya baş û qanûna navdewletî li hember Herêma Kurdistanê tên kirin. Ev di demekê de ye ku Herêma Kurdistanê nebûye beşek ji vî şerê niha yê li herêmê û tu demekê gef li ser cîranan nebûye.

Pêşmerge bi delaltirîn û nirxtirîn semyana gelê me ye.

Mesûd Barzanî
24ê Adara 2026